YPS’ê bang li malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê kir

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ji bo malbatên endamên YPS’ê ku di dema bihurî de jiyana xwe ji dest dane û ji bo gelê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.

YPS’ê diyar kir wan bîlançoya pêvajoya berxwedanê li gorî derfetan daxuyandine û got ji bo ku têkildarî şehîdan hemû agahî di malpera wan de werin weşandin, got bila her kes kedê bide.

YPS’ê  got, ‘’weke ku dîrokê jî nîşan daye her demê yên ku li ber xwe dane bi ser ketine’’ û destnîşan kir ku ti hêzek wê nikaribe Kurdan dîl bigire.

YPS’ê bi domdarî wiha got: ‘’Jİ 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve hema hema li hemû qadên Kurdistanê bi pêşengiya ciwanên Kurd berxwedaneke wiha ku wê derbasî dîrokê bibe hate nîşandan. Vê pêvajoya berxwedanê ya xwerêveberiya dîrokî israra di jiyana azad û bi rûmet de ya civakeke ku dihate xwestin çokên wê werin şikandin diyar kir û nîşanî dijminan da ku wê nikaribin Kurdan radest bigirin. Weke ku dîrokê jî nîşan dayî tim berxwedêr bi ser ketine. Ev berxwedan û encamên wê her çendî giran bin jî bi qasî ku bikevine dîrokê jiyanî bû. Kir ku civaka me ber bi jiyana azad ve meşeke dirêj bike û careke dî planên dijminên Kurdan serobino bibe.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo van berxwedan û vê têkoşînê berdêlên mezin hatin dayin û bi domdawî wiha got: ‘’Xweşiktirîn zarên Kurd, ciwanên fêris û dilêr bê dudiliyekê xwe kirin berdêl. Hevrêyên me yên ku di vê rêyê de şehîd bûn, bûne afirînerê sereke yê têkoşîna me ya ku heta niha hatî. Tişta ku wan ji bo vê dozê kirî, şêwaza wan a têkoşînê, rengê jiyana wan, hêvî û armancê wan ji bo me hêza herî sereke ya têkoşînê ne û her wiha wê bibin rêber û rênîşandêrên sereke di avakirina siberoja me ya azad de. Em, ên ku peyrev û şopdarên wan in jî, vê doza ku bi azadiya Rêbertî û gelê me wê biçe serî, tenê ku em bi rengekî rast li bîranîna wan xwedî derbikevin em ê bi ser bixin.’’

 ‘EM BANG DIKIN KU KEDA XWE LÊ ZÊDE BIKIN’

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

‘’Di vê serdema têkoşînê de ku çêtin û dijwar bû û dijmin êrîşên giran ên faşîstî ku di dîrokê de mînakên wê kêm in bi ser me de anî, me li ber xwe ji xwe re peywir dît ku şehîdên xwe  ragihînin û bikin ku ew bibin xwemalî dîrokê. Ji bo vê jî me pir kêferat kir. Lê ji ber sedema têkoşînê ya tevlîhev û rewşên dijwar, ji ber sedema taybetmendiyên resen ê şerê bajêr û hewldanên dijmin ku di vê mijarê de agahiyên şaş belav dike û hewldanên asengkirinê, bû sedem ku di vê mijarê de em di hin hêlan de kêm bimînin.

Di vê mijarê de di bîlançoyê de ku 2016’an, Tîrmehê me par ve kiribû, me dîsa ev hêl destnîşan kiribûn û rewş ji we gelê me yê qedirbilind re vegotibû. Me diyar kiribû ku bîlançoya ku di meha Tîrmehê de hatî ragihandin, bîlançoya heta wê demê ya zelalbûyî ye û ji bo bîlançoya şehîdan lêkolîn didomin û bîlançoya duyemîn jî em ê par ve bikin.

HEMÛ MATERYALÊN TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN BILA DI SÎTEYÊ DE BICIVIN

Ji wê demê û heta niha me YPS’ê xebata şehîdên me yên ku di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûne kir û bi giştî di vê mijarê de zelaliyek çêbûye. Em rewşa dawî ya zelalbûyî ya bîlançoya xwe radigihînin. Em bawer dikin beşê kêm, zelalnebûyî yên di bîlançoyê de jî, bi serlêdan, zêdekirin û pêşniyarên li sîteya me wê were temamkirin. Em li bendê ne hûn  bi hemû materyalên têkildarî şehîdên me ku em dixwazin bidin hev, ku wê ji şêwaza têkoşînê, kesayatiya wan, lehengî û bêrîkirina van hevrêyan re bibe ronkahî keda xwe tevlî vê xebata dîrokî bikin.’’

Malpera fermî ya YPS’ê : http://yps-online.com/tr/