Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku şervanê bi navê Husemettîn Akdemîr (Dirêj) 26’ê Kanûna 2016’an jiyana xwe ji dest daye.
Ragihandina Xwerêveberiyê, berxwedana wê, ceribandina YPS’ê ku saleke wê me li pey xwe hişt, çawa ku di dîroka têkoşînê ya gelê me de bû deriyekî serdeme nû, hê ji niha ve bûye qadeke têkoşînê ya afirîner a nirxên pîroz ku rengê xwe didine siberoja gelê me. Ev têkoşîna me ya nû ku têkoşîna şoreşger rasteqîniya gelê ku şer dike afirandiye û pê re bûye yek, bi nirxên ku afirandiye meşa xwe ya ber bi siberojê ve bêhtir xurt dike û didomîne. Alaya ku Mehmet Tûnc, Asya Yuksel, Pakîze Nayir hilgirtiye ku mîlîtanên pêşeng, lehengên gel ên rasteqînin, hilgirtine, ji dest tê girtin û ber bi hilberîna serfiraziyê ve diçe.
‘HEVAL DIRÊJ WÊ RÊNÎŞANDÊRÊ ME BE’
Di salvgera pêşî ya têkoşînê de ku Heval Dirêj ku ber bi serfiraziyê ve hildiperikî, bi mebesta ku li bîranînên şehîdan xwedî derbikeve û van bîranînan veguhezîne siberojê, bi hişmendiya ‘’di têkoşînê de sereqatî û di çalakiyê de sereqatî’’ tevdigeriya û tim di nav hewldaneke şoreşgerî de bû, 26/12/2016’an tevlî nav karwanê şehîdan bû. Di dîroka diyar de, yekîneyeke me ya YPS’ê di navbera gundên Karaz û Derûnê de dikevin ber kontrola rê de, êrîş dibine ser wesayiteke hêzên mêtinger, piştî ku yek dagirkeran tê kuştin yekîne vedikişe lê Heval Dirêj, ê ku birîndar bûyî, heta bi guleya xwe ya dawî şer dike, piştre jî bi mebesta ku nekeve destê dijmin bombeyê bi xwe de diteqîne û tevlî nav karwanê şehîdan dibe. Heval Dirêj, li cihekî wiha ku dem serfiraziyê destnîşan dike, weke derbirîna helwesta milîtanê pêşeng, wê rê nîşanî me hevalên wî yê têkoşînê bide.
Şoreş vê derdibirîne; ‘’çarenûsa min ev e û çarenûsê dixe destê xwe’’ Ji bo vê jî şoreş beriya her tiştî tê maneya gelê bîrewerbûyî, rêxistinbûyî û çalakbûyî. Gelê ku bîrewer bûye, rêxistin bûye û çalak bûye tiştekî nape. Gelê ku ji rizgarkerê xwe xilas bûyî ew gel e ku azadiya xwe bi dest xistiye û jiyaye. Bi vê maneyê, di rasteqîniya me de rasteqîniya gelê azad bi gelê ku şer dike pêkan e. Li ser bingeha vê rasteqîniyê, berxwedana xwerêveberiyê û ceribandina YPS’ê ku weke stratejiya bingehîn a têkoşîna me pratîzebûna pevgihîna gerîla û gel a di hiş, rêxistin û çalakiyê de ye, rasteqîniya milîtanê xwe jî afirandiye û bûye têkoşîna rasteqîniya gelê azad.
Heval Dirêj ku di rasteqîniya têkoşîneke wiha de, bi mebesta ku bibe çareseriya nakokiyên gel û bêrîkirinên gel, bûye mînaka berbiçav a lehengiyê ya dema nû ku ev dem di her şert û mercî de fedekarî û berxwedaniya mezin hewce dike, weke welatparêzekî bavê 6 zarokan, di vê serdema têkoşînê ya giran de ku dijmin êrîşên xwe giran kiriye, bûye tolhildêrê kîn û hêrsa gelê me yê ketî ser hev. Şehîd Dirêj ku li dijî bêrûmetiya ku şerm û fedî nake ya ku bi giştî li Kurdistanê û bi taybetî jî li Amedê bi zorê û bi kirînê tê daxwazakirin ku nokerî were avakirin, bi welatparêziya serhildêr û sernetewîn a Amed û bi taybet jî Licê, bûye navê jiyana rast û mirina rast. Şehîd Dirêj ku li dijî yasa û aqilê faşîzma AKP’ê ya ku çi tiştê xwemalî mirovahiyê ne dixe bazarê rawestiyayî, bûy navê wê helwesta jiyanê ku xwe dispêrê jiyana azad, weke yek ji lehengê bijarte yê serdema nû yê têkoşînê, bi taybet ji bo gelê Amedê, bi giştî jî ji bo gelê Kurdistanê bûye mînakek.
‘DEBIRÎNA WÊ YE KU QIRA DIJMIN TÎNE’
Koordînasyona YPS’ê bi berdewamî wiha got:
‘’Şehîd Dirêj ku ji Licê ya Amedê ye, weke her Kurdekî di encama hejariyê de zû hatiye zewicandin, lê bi agirê têkoşînê ku hê zû ew nas kiriye û bi jiyanê tim ew geş û gurk iriye, bêyî ku ti astengiyan li pêş xwe nas bike, bûye yek ji lehengê rasteqîn û her bi çalakî di nav têkoşînê de xwe dîtiye. Şehîd Dirêj li hemû qada têkoşînê ya qada navîn, çalakger û rêxistinkarekî wiha bû ku ‘’hem li her deverê bû û hem ne li ti deverê bû’’ Ji berxwedana Sûrê ya Amedê bigirin a bi Deşta Amedê, ji LKicê bigirin ta b Karaz, Hênê, Pîranê bûye agirê tolhildanê yê gel û kana tirsê, ji bo dijmin. Di şerê xweparastinê yê pevgihîna gerîla-gel de ya li eyaleta Amedê, di hemû helkeftên serkeftî û encamgir de mirov dikare ked û hewldana Şehîd Dirêj bibîne. Wiha ku ew di her çalakiya serkeftî û encamgir de ji bo hevrêyên xwe mîsogeriya serkeftin û serfirazî, navê qirkirina dijmin e.
Ji bo vê jî rewşa berbiçav e ya daxwaza siberojên azad û şewitandina astengan a bi agirê tolhildanê. Li gel van hemûyan bi şêwaza xwe ya têkoşînê nîşanî me daye ku şoreş encex bi wêrekî, vîneke qeyim û bi giyanekî fedaî dikare pêk were. Şehîd Dirêj li dijî êrîşên hovane yên dijmin tenê li ber xwe nedida, bi rihekî fedaî çalakî li dar dixist, bê tirs bi ser wan de diçû û dijmin ji tirsan diqutifand. Ji bo gelê me bû derbirîna wê ku divê mirov ji dijmin netirse, xwe nequncisîne, divê mirov ji dijmin re bibe kana tirsê, welatê xwe li dijmin teng bike, jê re bike êşkence û ji bo vê jî tim di nav çalakiyan de be. Bi awayekî berbiçav nîşanî me hemûyan da ku welatparêziya bi hişmendî, ked û helwesta gerîla, bi derfetên ber dest dikare ji dijmin re bibe şevreşk. Bû mînake herî baş ku çi welatparêzekî Kurd ê daxwazkar bêyî ti hêncetan dikare her tiştî bike. Jixwe rastiya herî beloq a ku Apoyîbûnê di nav Kurdan de çêkirî ev e: Li şûna tirsa ji dijmin û şerma vê, şanazî û rûmeta ku mirov ji dijmin re bibe tirs.. Şehîd Dirêj weke ağabeydeya vê şanazî û rûmetê pîvana nû ya welatparêziya Kurdan e. Ji niha û pê de welatparêzî ku hebe divê li ser bingeha welatparêziya Şehîd Dirêj be, wê wiha be. Hezkirina li welat û gel, hêrs û kîna li dijmin tenê ku li ser hîmê ya Şehîd Dirêj be azadî wê rasteqîn be û were jiyîn. Ya dî hemû hîle, xapandin û derew e.
Dîroka me ya têkoşînê ya ku hêza xwe ji gel distîne û gel jî dike hêz, bi mînaka Şehîd Dirêj ya welatparêziya milîtan nîşan daye ku ji serfiraziyê wêdetir tiştekî nas nake û ev nîşanî dostan jî û dijmin jî hatiya dayin. Şehîd Dirêj hem qêrîna paşeroja tije êş a gelê me û hem jî mizgîniya siberoja azad e. Ew mînaka herî zelal e ku li pêş daxwaza siberoja azad ti hêncet nayên qebûlkirin. Şehîd Dirêj, bi hêncetên biçûk li dijî qelsî, pepûktiyê bi vîna qeyîm, wêrekiya mezin û bi baweriya afirîner navê daxwaz û pêkanîna siberoja mezin û azad e. Em diyar dikin ku em leşkerên vê daxwaz û serketinê ne û di şexsê Şehîd Dirêj de em sond dixwin ku em ê bîranîna hemû şehîdên şoreşê serfiraz bikin û di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.’’
AGAHIYÊN NASNAMEYÊ YÊ ŞERVANÊ YPS’Ê
Agahiyên nasnameyê yê şervanê ku jiyana xwe ji dest dayî:
NAVÊ KOD: DIRÊJ
NAV-PAŞNAV: HUSAMETTÎN AKDEMÎR
NAVÊ BAV: ABDURRAHMAN
NAVÊ DÊ: MESUDE
DÎROKA BÛYINÊ: 21- 08- 1982
DÎROKA ŞEHÎDBÛNÊ: 26- 12- 2016