YPJ’ê Rohenda Xemgîn û bavê wê bi bîr anî

Fermandariya YPJ’ê ya Efrînê Rohenda Xemgîn û bavê wê Mihemed ên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn bi bîr anî û got, ew ê heta dawî di rêça şehîdan de bimeşin.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya Efrînê şervana YPJ’ê Rohenda Xemgîn û şervanê YPG’ê bavê wê Mihemd ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn bi bîr anî û got ew ê heta dawî di rêça şehîdan de bimeşin. YPJ’ê got, ‘’ Heke mirovahî zilm û zordariyê qebûl nake, wê li hemberî van êrîşên bê exlaq û bê pîvan bêdeng nemine û li vir dilsoziya bi heqîqeta civaka berxwedêr re, bi şexsê bav û keçekê de bi rengekî zelal tê dîtin.’’

Daxuyaniya YPJ’ê ya li ser Rohenda Xemgîn û bavê wê Mihemed wiha ye:

‘’Berxwedana serdemê bi nivîsandina destanên qehremanî, bi rihê şervanên dilpakên axê, bi rihê gelê berxwedêr ev 53 roj in li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, çeteyên girêdayî wê DAÎŞ’ê, El Nûsra û El Qayîdê berxwedaneke bêhempa ber dewam dike.

Gelê Efrînê bi sedan salan e civakeke bi çanda civakbûyîn û berxwedanê li ser vê axê kok daye û bi keda xwe, bi dilsoziya xwe ya bi axê re mezin bûye. Li ser vê bingehê xwe zaniye û dîroka xwe nas kiriye. Di dîrokê de her tim bi sekna xwe ya bi rûmet li hemberî desthilatdaran de têkoşiyaye. Kesayetên ku li ser vê axê jî mezinbûne û şekil girtine îro di cîhanê de bi şopdariya civaka exlaqî û polîtîk heqîqeta di rêya azadiyê de pejirandiye. Bi berbiçavî jî li Bakûrê Sûriyê, di tekoşîna azadiyê de bi helwesta şoreşgerên vî gelî derket holê ku şopdariya heqîqetê bi çi rengî tê kirin û li ser vê axê divê çawa werê jiyîn nîşanî tevahî cîhanê dane.

Rastiya vê heqîqetê îro li herêma Efrînê tê jiyîn û bi giştî cîhan dibîne ku dewleta Tirk, ceteyên DAÎŞ, El Qaîde, El Nusra, weke ku êrîşî ser dewletekê bikin êrîşî Efrînê û gundên wê dikin. Bi hemû teknîka xwe ya pêşketî û bi hezaran çeteyan êrîşî ser gelên Efrînê dikin.

Di rojên berxwedanê yên 51, 52, 53’an de jî dewleta dagirker bi balafir, tang û topên xwe dîsa êrîş di heman astê de li ser Cindirêsê dikir. Şervanên me bi rihekî fedaî şer kirin û canê xwe kirin sîper. Di vî şerî de şehîd û birîndar jî çêbûbûn. Di roja 51’ê de dema êrîş bi dijwarî berdewam dikir rêhevala me ya ragihandina YPJ’ê ya Efrînê heval Rohenda Xemgîn dema şer dişopand bi êrîşên hawayî şehîd bûbû. Di wan kêliyan de bavê heval Rohenda, Mihemed, bavê azad, îsrar dike ku li wê qadê bimîne, tevlî şer bibe û tekoşîn bike. Li wir dimîne û tevlî şer dibe û li gel keça xwe di çeperên berxwedanê de şer dike û şehîd bibe. Li vir asta ku derdikeve pêş rastiya welatparêziyê, girêdana bi azadiyê û axê re ye.

Heke mirovahî zilm û zordariyê qebûl nake, wê li hemberî van êrîşên bê exlaq û bê pîvan bêdeng nemine û li vir dilsoziya bi heqîqeta civaka berxwedêr re, bi şexsê bav û keçekê de bi rengekî zelal tê dîtin. Ev helwesta lehengî û qehremantiya gelê Efrînê ye. Ev helwesta lê rawestiyane li azadiyê ye. Ev sekin banga bilindkirina berxwedanê ye. Em li hemberî şehadeteke wiha mezin û bi nirx soza bilindkirina tekoşînê didin gelê xwe.

Heval Rohenda di nav rastiya civakî ya wiha xurt de mezin dibe. Kesayeta rêheval Rohenda hêjayî vegotinê ye. Hevaleke di jiyan, kar û xebatên xwe de bi rihekî paqij, hevalbendî hembêz dikir. Di jiyanê de bi moral û kelecana xwe her tim mînak bû. Her kêliya jiyana xwe bi afirandina kesayeteke azad re neqişandibû. Bi rihê xwe yê ciwantiyê şoreş dijî û dida jiyîn. Ew di şopa xuşka xwe Denîz de meşiya. Xuşka Rohenda di berxwedana Helebê de şehîd bûbû.

Em fermandar û rêhevalên wan û şervanên vê dozê, em ê vê weke xetekê ji xwe re esas bigrin û bikin bingeha tekoşîna azadiyê. Di vê rêkê de tekoşîn ji bo me rêyeke wiha ye veger jê nîn e.Em soz didin gelê xwe em ê heya dawî li berxwe bidin û di şopa şehîdan de bimeşin.’’