YPJ: Dewleta Tirk bi dadgehkirina Çîçek Kobanê qanûnên navnetewî binpê dike

YPJ`ê destnîşan kir darizandina şervana wan Çîçek Kobanê ya bi destê dewleta Tirk li dijî qanûnên navneteweyî ye û divê civaka navneteweyî vê yekê şermezar bike û ji bo serbestberdana girtiyên jin ên di girtîgehên Tirkiyê de bixebite.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkildarî darizandina şervana wan Çîçek Kobanê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da û diyar kir ku ev darizandin ne qanûnî ye û li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker bi darizandina Çîçek Kobanê careke din qanûnên navneteweyî û qanûna nakokiyên çekdarî binpê kirin. Endama yekîneya me li gundên Girê Spî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve di 21`ê Cotmeha 2019`an de dîl hat girtin. Li ser wê bi awayekî neqanûnî ji Tirkiyê re hat veguhastin, li wir jî ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve di 23.03.2021`an de cezayê muebbedê lê hat birîn, bêyî ku tu sûcekî li ser axa Tirkiyê bike yan jî zirarekê bigihîne milkên Tirkiyê.

Ruxmî ku hevala me di şerekî navneteweyî de dîl hat girtin ku dikare sûdê ji tevahiya qanûnên navneteweyî yên têkildarî esîrên şer bigire û li gorî qanûnên mafên mirovan a navneteweyî ew tê parastin û divê li ser vê esas pê re were danûstandin, lê ev yek pêk nehat.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker herêmên Sûriyê bi koordîneya komên çekdar, dagir kirin, bi zanabûn welatiyên Sûriyê vediguhêzîne Tirkiyê û bi awayekî ne qanûnî wan digire. Di vê dawiyê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) û hinek rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên navdar,  girtinên bi zanabûn û yên ne qanûnî dewleta Tirk a dagirker hatin îsbatkirin û şermezarkirin. Wan jî bang li dewleta Tirk kir ku divê van sûcên hovane yên li dijî mafên mirovan rawestîne. Lê dewleta Tirk bangewaziya NY û gelek bangewaziyên navneteweyî yên têkildar ji bo rawestandina veguhestin û darizandinên ne qanûnî paşguh kir. Ji wê zêdetir hevala me bi awayekî ne qanûnî darizand û cezayê muebbet lê birî.

Lewra em bang li tevahiya rêxistin û aliyên navneteweyî yên çalak dikin nexasim dewletên endamên NY`yê ku sûcên dewleta Tirk şermezar bikin û banga serbestberdana tevahiya girtiyên sûrî bike.

Sûcên wiha israra me naşikînin lê belê em ê têkoşîna xwe li hemberî zulmê û dagirkeriyê geş bikin. Em tê gihiştine wateya mîna van biryaran ku dewleta Tirk tola binketina DAIŞ`ê hiltîne ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike û hîna hewl dide bedena mirî ya DAIŞ`ê vejîne. Ji bo wê desteka şaneyên veşartî yên li herêmê dike. Ne tesaduf e ku mîna vê cezayê di salvegera tunekirina DAIŞ`ê li Baxozê de li hevala me bê birîn.

Li ser vî esasî em banga piştgiriyê li tevahiya jinan dikin ku helwestekê li hemberî binpêkirina mafên tevahiya jinan nîşan bidin. Ê ku hovîtiya dewleta Tirk piştrast dike jî vekişandina wê ji peymana Stanbolê ye ku parastina jinan û muhesebekirina sûcdaran armanc dike.

Ji vir û pê de ji bo nirxên mirovahiyê û azadiya jinan em dê asta têkoşîn û berxwedana xwe li ser şopa hevalên me yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bilind bikin.”