YPG: Şehîd Mam Hejar nîşana yekîtiya gelê Kurd e
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê bi nasnavê Mam Hejar dihat nasîn ku li Kobanê di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da eşekere kir.
YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe yê bi nasnavê Mam Hejar dihat nasîn ku li Kobanê di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da eşekere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya şervanê YPG’ê yê bi nasnav Mam Hejar dihat nasîn ku bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye û di destpêka berxwedana Kobanê de cihê xwe girt, di ecama kirîza dile de jiyana xwe ji dest da eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berxwedana gelê Kurd a li dijî hemû hovîtiya çeteyan li herêmê û giştî cihanê de deng veda. Komên çete wek Cebhet-El Nûsra û DAIŞ ji destpêka şoreşê ve êrîşên xwe qet ne sekinandin. Hêz û derdorên asta gelê me giştî ji bo xwe xeterî didîtin, neçar ma bi fedakariyekî mezin û bedelên giranbuha xwe li ser lingan bihêle.
Navenda YPG’ê têkildarî Mam Hejar ev agahî da:
“Yek ji van êrîşan herî mezin ji destpêka şoreşê ve li ser Kobanê pêk hat. Êrîşên destpêkê û herî dijwar li ser bajar hat kirin, çeteyan bi hemû hêza xwe ev êrîş pêk anî. Lê keç û xortên Kurd û hevalbendê Kurdan li dijî vê hovîtiyê lehengiyekî pir mezin nîşan dan û hê jî didin. Yek ji wan lehengan Mam Hejar bû.
Îro em nasnama şervanekî pakrewan eşkere dikin. Mam Hejar endamek kevin yê Yekîtiya Şoreşgeran bû. Dema seferberiya şerê Kobanê destpê kir tevî grupekê hatin tevlî şerê berxwedanê yê kobanê bû, piştî rizgarkorna Kobanê Mam Hejar li kobanê ma, û xebatên xwe di nev refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berdewam kirin. Ji bo jiyaneke bi rûmet di her kêliyê têkoşiya û heta deqa dawî li ber xwe da û di 21’ê Sibata 2017’an de li bajarê Kobanê di encama krîza dil de bi serfirazî gihişt şehadetê.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di serî de ji malbata şehîd Hejar Mehabad û hemû gelê Kurd re, sersaxîiyê dixwazin.”
Nasnameya şervanê YPG’ê yê jiyana xwe ji dest dabû wiha ye:
Nav û Paşnav: Hejar Mehabad
Navê Rast: Hejar Pîrkar
Navê Dayik: Helîm
Navê Bav: Resûl
Cihê Jidayîbûnê: Muhabad- Rojhilatê Kurdistanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê/ 21’ê Sibata 2017