YPG: Kobanê serkeftina hemû parçeyên Kurdistanê bû

Fermandariya YPG'ê bi daxuyaniyekê 2'emîn salvegera berxwedana Kobanê li hemû şehîdan, malbatên wan, şervanên qehreman, her wiha li gelê bi rumet û hemû hêzên xêrwaz pîroz kir.

Fermandariya Giştî ya YPG′ê, bi boneya 2'emîn salvegera berxwedana bajarê şehîdan Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Fermandariyê diyar kir ku berxwedana ku hêzên YPG/YPJ ê li Kobanê nîşan dan, bala hemû hêzên demokratîk ên cîhanê kişand ser xwe û hişt ku ku destek bidin vê berxwedanê. 

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de bi boneya 2'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê, kela berxwedanê û qehremaniyê, hemû şehîdên xwe yên ku li dijî terorê şehîd bûn û serkeftinên dîrokî bidest xistin, bi bîr anî, vê rojê li tevahî gelê Kurdistanê, Sûriyê û hemû azadîxwazên cîhanê pîroz kir. Fermandariya YPG'ê destnîşan ku serkeftina ku li Kobanê pêk hat, serkeftina hemû azadîxwazên cîhanê ye.

Di daxuyaniya Fermandariya YPG'ê de hate bibîrxistin ku li ser Kobanê rastî herî dijwar ên hovane û tinekirinê hatin kirin. Armanca van êrîşan, têkbirina berxwedana gelê Kurd û derbekirina destkeftiyên şoreşa 19 ê Tîrmehê, her wiha şikandina vîna gelên berxwedêr, pêk hat. Di berxwedana qehremanî ya Kobanê de gelek hêzan bi rast e rast an jî nerast rast piştgirî dan çetayan. Hemû armancên wan tinekirina desteftiyên gelê Kurd bûn.

Fermandariya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

"Berxwedana ku hêzên YPG/YPJ ê li Kobanê nîşan dan, bala hemû hêzên demokratîk ên cîhanê kişand ser xwe û hişt ku ku piştgirî bidin vê berxwedanê. Li Kobanê, DAIŞ a ku wekî hêzeke ku têk naçe dihat binavkirin, têk çû.

Kobanê serkeftina hemû parçeyên Kurdistanê bû. Di xaka wê de xwîna ciwanên ji hemû parçeyên Kurdistanê tevlî hev bûye. Gelê Kurdistanê û hêzên (Gêrîla û Pêşmergeyan) li Kobanê piştgiriya berxwedanê kirin.

Serkeftina Kobanê bû serkeftina hêzên demokratîk û gelên azdîxwaz ên li hemû cîhanê. Gelên cîhanê jî piştgiriya berxwedana Kobanê kirin, zext li hêzên cîhanî kirin ku destek bidin vê berxwedanê. Hevpeymana Navdewletî jî piştgiriya hewayî da berxwedêran û li dijî terorîstan êrîş pêk anî.

Di berxwendana Kobanê de çeteyan ji aliyên siyasî, leşkerî û pîskolojî ve derbeyên giran xwarin. Serkeftina Kobanê bû serkeftina şehîdan û tevahî gelê kurd ê berxwedêran. Her wiha bû pêngaveke dîrokî ya şerê li dijî terorê.

Di salvegera rizgarkirina Kobanê de, em careke din vê rojê li hemû şehîdan, malbatên wan û hemû şervanên me yên qehreman, her wiha li gelê me yê bi rumet û hemû hêzên xêrwaz pîroz dikin."