YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî axa Rojava dewam dikin

YPG'ê diyar kir, artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên Efrînê û Çilaxa yên Rojavayê Kurdistanê zêdegavî û êrîş kirine û di encama destwerdana hêzên YPG'ê de pêşî li van êrîşan hatiye girtin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 26'ê Sibatê piştî nîvro, artêşa Tirk ji herêma gundê Zehre yê ser bi navçeya Bilbilê ya Efrînê derbasî nava axa rojava bûye û hat gotin, "Piştî demeke kurt, hêzên me bi ser leşkerên Tirk ên tevî panzerek ketibûn nava axa Rojava girtin û fîşekên hişyariyê teqandin. Bi vê destwerdana hêzên me re leşkerên Tirk neçar man ji qadê vekişin."

Navendê diyar kir, di êvara heman rojê de, helîkoptereke artêşa Tirk a bi tîpa Kobra saet di 21:00 de di ser deriyê Til Koçerê re derbasî nava axa Rojava bû û bombe li herêma Til Elo ya Çilaxayê barandin.

Navendê destnîşan kir, ku hêzên wan bi çekên parastina ezmanî yekser bersiv dan helîkopterê.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Heman şevê çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi tank û topên hawanan êrîş birin ser gundê Maranez û Vîla Qadî yên girêdayî Efrînê. Hêzên me jî bi awayekî dijwar bersiv dan êrîşên çeteyan."