YPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Rojava dewam dikin
YPG'ê bi daxuyaniyekê got, "Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin, li dijî xaka Rojava berdewam dikin."
YPG'ê bi daxuyaniyekê got, "Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin, li dijî xaka Rojava berdewam dikin."
Navenda Raghandinê ya YPG`ê di têkildarê êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Di şeva 21'ê Sibatê de çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên hawanê êrîşî gundê Qitmê yê Efrînê kirin. Heman rojê çeteyan bi heman awayî êrîş birin ser gundên Maranez û Vîlat Qadî jî. Hêzên me jî bi xurtî bersiv dan çeteyan û çeperên çeteyan topbaran kirin.
Di dema şer de balafirên şer ên artêşa Tirk jî li herêma Efrîn û Şehba firiyan e.
Di 22'ê Sibatê de, danê nîvro artêşa Tirk ji milê gundê Silîpqiran ê ku dikeve rojhilatê Kobanê ji sînor derbas bû û çend xaniyên gundiyan ên li nêzî sînor xera kirin. Hêzên me di cih de li ser herême de girtin. Piştî destwerdana hêzên me leşkerên artêşa Tirk neçar man ji qadê vekişin.
Di 24'ê Sibatê de helîkopterek artêşa Tirk li bejahiya gundê Sefa yê girêdayî bajarokê Çilaxa yê nêzî sînorê başûr, bombebaran kir.
Di 25'ê Sibatê de artêşa Tirk bi wesayîtên kar ji milê gundê Zehre yê girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê ji sînor derbas bû. Hêzên me bersiv dan leşkerên Tirk û piştî destwerdana hêzên me leşkerên Tirk bi wesayîtên xwe yên kar ve paşve kişiyan.
Heman rojê çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin bi topên obus û hawanan êrîş birin ser gundên Maranez û Belûnê yên girêdayî Efrînê. Hêzên me jî bi awayekî hişk bersiva êrîşên çeteyan dan."