YPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk û DAIŞ’ê daxuyanî da
YPG’ê têkildarî êrîşên bi hewldana dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da û got , "hewldana dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên pê ve girêdayî a li ser Rojava berdewam dike."
YPG’ê têkildarî êrîşên bi hewldana dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da û got , "hewldana dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên pê ve girêdayî a li ser Rojava berdewam dike."
YPG li ser êrîşên artêşa Tirk û çeteyan ev agahî dan;
ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ
"Di 26.03.2017’an, saet 15.30’an de artêşa Tirk bi topên obûs û hewanan êriş bire li ser gundên Xelil û Çaqala ya girêdayî Efrînê. Bi awayekî hemwext çeteyên girêdayî Artêşa Tirk jî gundê Maranez topbaran kirin. Çeteyan heman rojê, bi şev bi topên obûsn gundê Maranez topbaran kirin.
Di dîroka 27.03.2017’an, saet 15.30’an de çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi tang û topên obûsan gundê Belûnê ya girêdayî Efrînê topbaran kirin. Êriş heta êvarî berdewam kirin.
Çeteyan heman bi şev jî bi topên obûsan êriş birin ser gundên Maranez, Vîla Qadî û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê.
Li dijî van êrişên Artêşa Tirk û çeteyên wê hêzên me jî bersiv dane êrîşan. Di van bersivdayinan de bi qasî ku zelal bûye tangek çeteyan hat ruxandin.
ÊRÎŞÊN DAIŞ'Ê
Di dîroka 27.03.2017’an, saet 05.00’an de çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya çekên giran û tangan bi hejmarek mezin êrişek berfireh birin li ser gundê Ezawî ya girêdayî Şedadê. Hêzên me di cih de bersiv da êrişê û li qadê şerê dijwar qewimîn. Şer ku car carna di mesafekî nêz de diqewimî heta saet 11.00an bênavber berdewam kir. Piştî vî şerî êrişê çeteyan bi temamî şikandin û derbek mezin li çeteyan hat xistin.
Di vî şerî de 1 tang, 2 maşîneya doçka li ser, 3 maşîneya teqemenî barkirî, 1 maşîneya leşkerî hat rûxandin. Di lêgerîna qada şer de hêzên me 45 termê çeteyan bi dest xistin. Dîsa tevî 35 şerjor û 3.000 fîşekê xwe ve 25 klêş, tevî 1.500 fîşekên xwe ve 3 BKC, tevî 7 gulleyên xwe ve 2 B7 (RPG), 3 drone (balafira keşfê yên biçuk), 15 bombeya destan, 4 raxtê xwekujî ketin destê hêzên me de.
DU ŞERVANAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Du hevalên me ku ji bo êrişa çeteyan bişikînin bi wêrekiyek mezin û bi lehengî şer dikirin şehîd bûn."