YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 8 şervanên di navbera 10-16'ê Kanûna 2017'an de li Dêra Zorê, Reqa û Efrînê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand û nasnameya 8 şehîdên di navbera 10-16'ê Kanûnê de şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê dest pê kir, ev 100 roj in dewam dike û şervanên QSD'ê bi şerekî giran her bi pêş ve diçin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 14 û 16'ê Kanûnê de li herêmê di encama şer de 5 hevalên me şehîd bûn."

Navendê diyar kir ku li Reqayê jî 2 şervanên wan ên bajar ji mayinan paqij dikirin şehîd bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, şervanekî YPG'ê dema bi erka xwe radibû şehîd bûye.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz hate xwestin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Mazlûm Hesekê
Navê Rast: Ilyas El Ehmed
Navê Dayîkê: Wedha
Navê Bav: Daba
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Navê Rast: Qahir EL Siud
Navê Dayîkê: Hediye
Navê Bav: Aîş
Cihê ji Dayîkbûnê: El Huweyş
Cîh û Dîroka Şehadetê: 14'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Qeys Hesekê
Navê Rast: Hemed Hamid Ebdulrezzaq
Navê Dayîkê: Şemsa
Navê Bav: Hamid
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Qeyser Hesekê
Navê Rast: Xalid Hemed Ebdurrezaq
Navê Dayîkê: Hemda
Navê Bav: Hemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15'ê Kanûna 2017 - Dêra Zor

Nasnav: Ferman
Navê Rast: Emar Hecî
Navê Dayîkê: Fatîme
Navê Bav: Mistefa
Cihê ji Dayîkbûnê: Tel Ebyad
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10 Berfanbar 2017 - Reqa

Nasnav: Zinar Kobanê
Navê Rast: Xidir Îbrahîm El Merbed
Navê Dayîkê: Xerma
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê ji Dayîkbûnê: El Huweyş
Cîh û Dîroka Şehadetê: 16'ê Kanûna 2017- Dêra Zor

Nasnav: Denîz Şoreşger
Navê Rast: Yusuf Anli
Navê Dayîkê: Hatice
Navê Bav: Mehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Riha
Cîh û Dîroka Şehadetê: 16'ê Kanûna 2017 - Mansûra

Nasnav: Rustem Cûdî
Navê Rast: Rîyad Ebdû
Navê Dayîkê: Asya
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê ji Dayîkbûnê: Efrîn
Cîh û Dîroka Şehadetê: 10'ê Kanûna 2017 – Cindirêsê