YPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 5 şehîdên xwe yên di dem û cihên cuda de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, hevrêyên wan Roj Hol û Şivan Alan di Pêngava Bagera Cizîrê de li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Navendê ragihand, roja 16'ê Adarê artêşa Tirk a dagirker êrîş birine ser çeperên wan ên li gundê Kel Hesenakê yê Tirbespiyê û ji ber vê êrîşê şervanê wan Demhat Tirbespiyê şehîd bûye.

Navendê diyar kir, hevrêya wan Binarîn Qamişlo li Şedadê dema bi erka xwe radibû ji ber qezayekê û hevrêyê wan Ciwêd Ibrahîm jî li Hesekê ji ber qezaya trafîkê şehîd bûne.

YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gel re xwest û li ser nasnameya şehîdan ev agahî da:

"Nasnav: Biharîn Qamişlo
Nav û Paşnav: Şehîd Elî
Navê Dayikê: Seîda
Navê Bav: Emar
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dema şehadetê: Şedadê / 22 Sibat 2018

Nav û Paşnav: Ciwêd Ibrahîm
Navê Dayikê: Melîke
Navê Bav: Xalid
Cihê jidaykbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Hesekê / 15 Adarê 2018

Nav û Paşnav: Hisên Cuma
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Tirbesipiyê
Cih û dema şehadetê: Tirbesipiyê / 16 Adar 2018

Nasnav: Roj Hol
Nav û Paşnav: Ele Ehmed
Navê Dayikê: Xewle
Navê Bav: Salih
Cihê jidayikbûnê: Musil
Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 16 Sibat 2018

Nasnav: Şivan Alan
Nav û Paşnav: Hesen El Hesen
Navê Dayikê: Tirfa
Navê Bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 25 Çile 2018."