YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên Îngilîz û Kanadayî eşkere kir

YPG'ê diyar kir, şervanên wan Nazzareno Antonio Tassone (Agirî Ararat) û Ryan Lock (Berxwedan Gîvara) di Pêngava Xezeba Firatê de bi lehengî têkoşiyan û li gundê Cabir Xerbî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 2 şervanên xwe Nazzareno Antonio Tassone (Agir Ararat) û Ryan Lock (Berxwedan Gîvara) eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, her du şervanên YPG'ê ji destpêka Pêngava Xezeba Reqayê ve li dijî DAIŞ'ê bi lehengî şer kirin.

Daxuyaniya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Berxwedana ku Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê li Rojhilata Navîn nîşanî tevahiya cîhanê da, hişt ku mirovahî rastiya gelê Kurd nas bike, rastiya gelê qehreman serwext bibe. Îro yê ku terora DAIŞ hildiweşîne û dawî lê tîne YPG ye. Lewma her kesek xwedî namûs dixwaze li gel vê hêzê şer bike.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li dijî DAIŞ’ê şer kir û di giştî cîhanê de mirovatî kişand gel xwe.

Her du lehengên me Agir û Berxwedan yên pêşeng ku bi îlankirina pêngava rizgarkirina Reqayê re ji 5’ê Mijdara 2016’an heta niha berxwedaniyek bi rêxistinkirin di nav refên şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de li hember çeteyên DAIŞ kirin, li eniyên bakurê Reqayê derbên mezin li çeteyan dan. Van hevalên me ji roja destpêkê ji hemla 'Xezeba Firatê' heta niha tevî kêmderfetan û rewşa ne baş bûn pêşengên berxwedanê û komên çete kirine nava tirs û xofên mezin. Hevalê me Agir (Nazzareno Antonîo Tassonedî) di mewziya xwe de heta guleya dawî bi israr û îradeyek mezin şer kiriye û bû nûnerê ruhê fedayî. Her wiha hevrêyê me Berxwedan (Ryan Lock)  ji roja destpêkê ji operasyonê heta kêliya dawî deqeyekê ranewestiyaye û li hemû eniyên şer cih girt û bû navê fedekariyê. Wan hevalan mezinbûna xeta qehremantiyê nîşanî hemû dost û dijminan dan.

Hevalên Agir û Berxwedan çeper bi çeper geriyan û her tim bi xwesteka xwe di qadên herî pêş de cihê xwe girtine û ti carî dudil nebûn. Hêz û bawerî dan hevalên xwe yên berxwedêr. Em bi şehîdbûna her du hevalên pêşeng ketine nava xemgîniyek kur û şehadeta wan bûye sedema êşek mezin. Lê belê dewamkirina têkoşîna wan a pîroz û meşa di bin ala berxwedanê de ku bi şehadeta xwe bilindkirine ji bo me rûmetek mezin e. Hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelan feda kirine û ji cîhanê re bûne sembol û mînak.

Em ji şehadeta hevrêyên wiha giranbûha çiqas êşekî mezin bibîhîzin jî, di şopandina rêya wan de jî ewqas bi israr in. Hevrê Agir û Berxwedan wê bibin pêşengên tekoşîna me û bîranîna wan di her kêliyê me de bijî. Em hemû şehîdên di şexsê heval Agir û Berxwdan de, ku mezinbûna berxwedana li bakurê Reqayê ji hemû cîhanê re ragihandine bibîr tînin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin. Em li pêşberî şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Em di şexsê van her du hevalan de ji bo hemû gelê cîhanê û mirovahiyê, bi taybet jî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin."

NASNAMEYA ŞERVANAN

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her du şervanan bi vî rengî ye:

Nasnav: Berxwedan Gîvara
Navê Rast: Ryan Lock
Navê Dayikê: Cathrin
Navê Bav: John
Cihê ji dayikbûnê: Chichester. UK
Cih û dema şehadetê: Reqa, Caber Xerbî 21.12.2016

Nasnav: Agir Ararat
Navê Rast: Nazzareno Antonio Tassone
Navê Dayikê: Tina
Navê Bav: Mark
Cihê ji dayikbûnê: New Market-Ontario-Canada
Cih û dema şehadetê: Reqa, Caber Xerbî 21.12.2016"