Dîmenê dîrokî: Paşerojê ronî dike!

Parlamenter li ser peyama bi dîmen a Rêber Apo axivîn û gotin, "Derbasbûna li nava aştiya civakî û avakirina avaniya demokratîk bi vê peyamê re bêhtir şênber bû."

Di çarçoveya 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê hate destpêkirin, bûyerên dîrokî diqewimin. Piştî banga ku 27'ê Sibatê ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin, ji Girtîgeha Îmraliyê banga duyemîn bi raya giştî re hate parvekirin. Di dema bangê de Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmût Yamalak jî hebûn.

Rêber Apo di peyama bi dîmen de anî ziman ku PKK'ê dawî li têkoşîna çekdarî aniye û banga 'Derbasbûna li nava demokrasiyê' li Tirkiyeyê kir. Rêber Apo işaret bi komîsyona li meclîsê bê avakirin kir û diyar kir ku divê her kes bi pêşniyar û rexneyên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Parlamenterên DEM Partiyê ragihandin ku peyam dîrokî ye û divê ji aliyê pratîkê ve kar bi lez bêne kirin û komîsyona li meclîsê tavilê bê avakirin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Erzîromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ragihand ku peyam dîrokî ye, ev yek ne tenê ji bo Tirkiyeyê her wiha ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê girîng e û wê deng vede.

Beştaş got, "Beriya her tiştî gelekî bi wate ye ku me fikir, pêşniyar û nexşerêya wî ji wî bihîst. Bi vê peyamê re hestiyariya li herêmê wê hîn şênber bibe" û pêvajo weke pêşketineke cihê kelecanê pênase kir.

Beştaş diyar kir ku derbasbûna li nava aştiya civakî û avakirina avaniya demokratîk wê bi vê peyamê re hîn şênber bibe û destnîşan kir ku ev yek wê paşerojê ronî bike. Beştaş ragihand ku bang xwedî biryardarî û îradeyeke şênber e û peyameke xurt dide hemû beşên civakê.

'DEM HATIYE KU BAWERÎ DI PRATÎKÊ DE BÊ NÎŞANDAN'

Beştaş işaret bi girîngiya komîsyona li meclîsê bê avakirin, kir û got, gavên ji bo pêvajoya çareseriyê divê bê şert di pratîkê de bêne avêtin.

Di dawiya axaftina xwe de Beştaş bang li gelên Tirkiyeyê kir û got, "Em îro ji doh bêhtir li pêş in. Em dikarin paşeroja xwe bi hev re ava bikin. Bi sekna li gel hev em dikarin aştiyê ava bikin, civakeke demokratîk bi hev re ava bikin û şert û mercên jiyaneke wekhev bi hev re biafirînin. Rê vekirî ye. Niha dema mezinkirina têkoşînê, zêdekirina hewldanê û bicihanîna baweriyê di pratîkê de ye."

'EM KETIN DEMEKE WELÊ KU PIRSGIRÊK LI SER ZEMÎNA SIYASETA DEMOKRATÎK BÊ NÎQAŞKIRIN'

Parlamenterê Êlihê yê DEM Partiyê Tuştu Tîryakî jî anî ziman ku bi serdana heyeta Îmraliyê re pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye.

Tîryakî destnîşan kir ku piştî 26 salan temaşekirina li dîmenê Rêber Apo ji bo aştiya herêmê dîrokî ye û got, "Ji şer wêdetir em êdî derbasî nava demekê bûn ku pirsgirêk li ser zemînê siyaseta demokratîk bêne nîqaşkirin."

Tîryakî ragihand ku ji bo pêvajoya aştiyê bi pêş ve biçe divê desthilatdariya siyasî wezîfeyên xwe bi cih bîne û bi bîr xist ku PKK'ê xwe fesix kir, dawî li têkoşîna çekdarî anî û got, "Ji bo berdana mirovên ku bi hinceta propaganda an jî endametiya PKK'ê hatin girtin û hîn jî girtî ne, divê rêbazên guncaw bêne peydakirin."

'EM JI ASTA HEYÎ BI HÊVÎ NE'

Tîryakî anî ziman ku divê ji bo vegera gerîlayên PKK'ê li welêt zemîneke qanûnî bê avakirin, ji bo vegera bi deh hezaran mirovên li sirgûnê derfet bêne afirandin.

Tîryakî destnîşan kir ku divê pirsgirêka Kurd li gorî mafên mirovan ên bingehîn û hiqûqa gerdûnî, li ser bingeha welatîbûna wekhev, bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û got, "Em ji vê pêvajoyê, ji qonaxa heyî bi hêvî ne. Bêguman pirsgirêk hene ku divê bêne çareserkirin û hêviya xwe ji dest nadin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku aştî û aramî ji gelan re bê."