YPG'ê li ser êrîşên dawî yên artêşa Tirk agahî da

YPG'ê diyar kir, êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava dewam dikin û got, "Hêzên me di asta pêwîste de bersiva hemû êrîşan dane."

Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Di encama bersiva hêzên me de, bi qasî hatiye zelalkirin 3 çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 28'ê Nîsanê piştî nîvro balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk li ser gundên Zormixar û Ziyaret ên dikevin rojavayê Kobanê geriyan.

Bi awayekî hemwext artêşa Tirk bi tankan gundê Hemama yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê topbaran kirin. Her wiha çeteyên girêdayî artêşa Tirk jî di heman demê de bi tank, bi topên obûs û çekên giran êrîş birin ser gundên Maranez û Eyn Deqnê yên girêdayî Efrînê.

Piştî vê êrîşê, çeteyan ber bi êvarê ji saet 17.00’an heta saet 02.00’an bi topên hawan û çekên doçka gundên Maranez, Eyn Deqnê, Belûnê û Minix topbaran kirin. Di heman demê de çeteyên El-Nûsra jî bi topên hewanan êrîş birin ser gundê Basufanê yê navçeya Şerawa ya Efrînê.

Di dema van êrîşan de balafirên şer ên artêşa Tirk jî li seranserî xeta sînor a Efrînê firiyan.

Roja 29'ê Nîsanê danê nîvro çeteyên girêdayî artêşa  Tirk bi topên hewanan êrîş birin ser gundê Xazewî yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê.

Bi şev li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê de liv û tevgerê artêşa Tirk zêde bû. Li herême elektrîk hate qutkirin û balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk li ser van herêman de geriyan.

Di heman şevê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk jî bi topên obûs û hewanan, bi çekên doçka êrîş birin ser gundên Maranez û Belûnê yên girêdayî Efrînê. Bi awayekî hemwext çeteyan bi çekên giran êriş birin ser gundê Celeme yê girêdayî navçeya Cindirêsê û Girê Qastellê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê.

Di şeva 30'ê Nîsanê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên obûs û hewanan û bi çekên doçka êriş birin  ser gundên Maranez û Eyn Deqnê yên girêdayî Efrînê.

Hêzên me li hember van êrîşan di asta pêwîst de bersiv dan. Di nava van bersivdayinan de bi qasî hat zelalkirin 3 çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatin kuştin."