YNK’ê Tirkiye ya ku Başûrê Kurdistanê bombe kir, şermezar kir

YNK’ê ji bo êrîşa SÎHA ku li Çemçemalê bû sedema şehîdbûna jinekê û 2 welatiyan Tirkiye şermezar kir.

Mekteba Siyasî ya YNK’ê bombebarana dewleta Tirk a li Çemçemalê ku di encamê de şehîd û birîndar çêbûye, şermezar kir. YNK’ê êrîşê weke îşareteke metirsîdar binav kir û hate gotin: “Binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Divê êrîş demilest rawestin.”

Di saetên êvarê de balafireke bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker li navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê li wesayîtek dan. Di encama êrîşê de jinek şehîdbû û 2 kes jî birîndarbûn.

Mekteba Siyasî ya YNK’ê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşê şermezar kir û weke îşareteke metirîsdar bi nav kir.

Daxuyaniya YNK’ê ya li ser malpera Pukmedia wiha ye;

“Mekteba Siyasî ya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan bombebarana artêşa Tirkiye ya li herêma Qerehincîr ya nêzî bajarê Kerkûkê ku di encamê de qurbanî û zirer çêbûye, şermezar dike.

Ev binpêkirina sînor nîşaneyeke xirabe ku li nava dilê kurahiya Kurdistan û Iraqê hedef girtiye. Ji ber vê em daxwaza demildest rawestandina van binpêkirinan dikin. Ji ber ti hincetek nabe sedema binpêkirina sînor û gelê bêsûc.

Bi vê boneyê em bang li Hikûmeta Federal a Iraqê dikin ku erka xwe ya destûrî û nîştîmanî ya ji bo parastina Iraq û Kurdistanê pêkbîne û bi rêyên dîplomaîk Hikûmeta Tirkiye ji ber van binpêkirinan hişyar bike.”