YNK’ê kongreya HDP‘ê pîroz kir

Rêvebiriya Polîtburo ya YNK’ê, 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê pîroz kir.

Endamê Polîtburoya YNK’ê Emîn Babeşêx bi peyamekê 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a (Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pîroz kir.

Emîn Babeşêx, di peyama xwe de wiha got: “Bila Kongreya 5’emîn li HDP’ê pîroz be. Hêviya me ew e ku kongre bibe wesîleya hevdû fêmkirinê û çareseriya pirsgirêka Kurd.

Em hêj jî pê bawer in ku wê çareseriya pirsgirêkan bi aştiyê bibe û em wek YNK dibêjin ku em ê piştgiriya her gava ji bo aştî û aramiyê bikin.“