YNK’ê encama hilbijartina li Hewlêrê red kir

Komîsyona Hilbijartinê ya YNK’ê têkildarê encamên hilbijartinê ya li Hewlêrê daxuyaniyek da û di hilbijartinê de sextekarî çêbûye û endam red kirin.

Li seranserê Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartina pêşwext a parlemana Iraqê Duh ji saet 07:00 heya 18:00’an deng hatin dayîn. Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartinê Iraqê Lijneya Bilind ya Hilbijartinan ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê li avahiya Mekteb Siyasî ya YNK’ê ya li Hewlêrê, derbarê dengdana li Hewlêrê de daxuyaniyek çapemeniyê da.

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê a Hewlêrê Mecîd Ehmed daxuyaniyek xwend. Daxuyaniya YNK’ê wiha ye:

“YNK’ê her 4 namzetên YNK’ê yên li hewlêrê dengên pêwîst aniye, lê bi zextê destkarî li encaman hatiye kirin.

Li her çar herêman jî beşek ji dengên Hevpeymanê û namzetên din hatine şewitandin û destkarî li amêrên dengdanê hatiye kirin.

Di dema veguhestina sindoqên dengdanê de, hêza çekdarî hatiye bikaranîn. Çavdêrên me yên li ser sindoqan hatine derxistin û dûrxistin.

Em weke YNK’ê hemû hilbijartina li Hewlêrê red dikin û li benda encama giliyanin.”

Herwiha Lijneya Hilbijartinê ya YNK’ê daxuyakirin ku dîmenê amêra dengdan û sindoqên dengdanê dema ji navendên dengdanê tên veguhestin û piştre carek din vedigerînin, di destê wan de heye.