YNK'ê bang kir: Diyaloga bê şert, wezîfeyeke neteweyî ye

YNK'ê encamnameya civîna xwe ya Meclîsa Rêveber weşand û bûyerên li Kurdistanê û herêmê diqewimin, nirxand.

Di daxuyaniya YNK'ê de hat gotin, "Cihê xemgîniyê ye ku Kurdan heta niha pirsgirêkên nava xwe çareser nekirine" û bang li hemû aliyan hat kirin, ku bê şert û merc diyalogê bikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, rojeva bingehîn a civînê; rewşa gel û taloqkirina dayîna mûçeyan bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li gorî Meclîsa Rêveber a YNK'ê, divê pirsgirêkên gel ên weke mûçe, bazar û bankeyan di zûtirîn demê de bên çareserkirin. Bi taybetî dayîna mûçeyê hatin paşxistin û baweriya çareserkirina pirsgirekan pêwîst e. Ji ber ku ev pirsgirêk bandorek zêde ya neyînî li ser raya giştî dike."
 
Têkildarî rewşa siyasî jî di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serketina leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê dîrokî ye. Di heman demê de sedema metirsiya siyasî jî nabe ji nedîtî ve bê. Bi taybetî  di herêmê de di nava hikûmeta herêmî de ji ber dijminên demokrasiyê û nexwestina lihevkirinê, metirsî heye."

Her wiha di daxuyaniyê de zêdetir behsa metirsiyên ji derve hatin kirin û ev hat gotin: "Ji ber bûyerên rojane, di demekê de ku behsa rêya demokrasî û guftugoya heremê û cîhanî nayê zanîn. Cihê xemgîniyê ye ku hêzên Kurdistanî jî li ti beşên Kurdistanê de  pirsgirekên navxweyî çareser nekirine. Ji bo rû bi rû bûna her metirsiyekê jî ne amade ye."
 
YEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ, DIYALOG E

Di berdewama daxuyaniya Meclîsa Rêveber a YNK’ê de wiha hat gotin: "Meclisa Rêveber a YNK’ê ji bo çareseriyê diyaloga bê merc weke yekane rêya rast dibîne. Di heman demê de li gorî Meclisa Rêveber pêkanîna vê diyalogê jî erkek neteweyî û niştimanî ye. Berevajî vê yekê jî, eger siyaseta berê were birêvebirin, wê li seranserê Kurdistanê şert û mêrc vegerin weke van du salên derbasbûyî."
 
Tekildarî nexşerêyê jî di daxuyaniyê de ev hat gotin: "Di nexşerêya YNK’ê de, hemû aliyên hestyarî yên girîng ji bo gelê me, ji neft û gazê hata aktîfkirina parlamentê, çareserkirina pirgirêka serokatiyan, hikûmeta hevbeş û hevsengiya rasterast, peywendiyên herêm û Bexda, çaksazî û nûkirîn, referendûm û serxwebûn behsa van pirsgirêkan hat kirin û bi ruhekî hevaltî axaftin li ser hatin kirin. Weke encam; Li ser rexne, têbiniyên hevalan biryar hat girtin civîna nexşerêyê were dewlemend kirin û formîle kirin. Bi hêviya deriyê diyalogek berfireh ji bo berjewendiyên bilind yên gelê me vekin."
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo guhertina postan û beşan biryar hatiye girtin ku du deste werin avakirin û di demek nêzîk de wê Meclisa Rêveber kom bibe û piştre deste û nexşe rê di hemû aliyan de were qebûlkirin.