YNK: Deriyê me li avakirina hikumeta nû vekiriye

Berdevkê YNK'ê Seedî Ehmed Pîre got, ew encamên hilbijartinê 'erênî' dibînin û deriyê wanli avakirina hikumeta nû vekiriye.

Encamên hilbijartina parlamenta Başûrê Kurdistanê piştî 20 rojan hatin eşkerekirin. Nerazîbûna partiyan a li encamê jî dest pê kirin. YNK û PDK ne di nav de, partiyên din ên siyasî li ber encaman radibin. 4 endamên Desteya Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê ku ji 9 endaman pêk tê, encam veto kirin.

PDK û YNK ku di mijarên Serokkomariya Iraqê û Walîtiya Kerkûkê de li ber hev rabûn, nayê zanîn bê li ser avakirina hikumeta nû bi çi rengî tevbigerin.

Berdevkê Polîtburo ya YNK'ê Seedî Ehmed Pîre li ser mijarê li Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, deriyê wan li avakirina hikumeta nû vekiriye.

Berdevkê Polîtburo ya YNK'ê Seedî Ehmed Pîre bal kişand ser nakokiyên navbera PDK û YNK'ê û got, "Ev nakokî di navbera me de ne. Lê belê ev nayê wê wateyê nikarin hikumetê bi rê ve bibin û pirsgirêkan çareser bikin."