YJA Starê li Heftanînê çalakî kir: 7 leşker hatin kuştin

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê gerîlayên YJA Starê duh çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand doh hêzên YJA Starê li Heftanînê çalakiyek kirin.

HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: 

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ya ku li herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me yên YJA Starê 2’yê Çile saet 14.40’î li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Konferansa Mezin bi cih bûbûn çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de derbeke serkeftî li kozika dijmin hatiye xistin û 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka helîkoptêrê êrîşê, mirî û birîndarên xwe bi helîkoptêrên Skorskyê ji qadê dûr xistine.  Hêzên me bi hevdemî li helîkoptêrên êrîşê reşandine û kirine ku helîkoptêr ji qadê dûr bikevin. 

DI ÊRÎŞÊN HEWAYÎ DE DU GERÎLA ŞEHÎD BÛNE

2’yê Çile balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker qadên Kanûşka a herêma Zapê ya Qadên Parastina Medyayê û qada Kartalê ya herêma Avaşînê û qada Geliyê Pîsaxa a herêma Heftanînê bombe kirine.

Di encama êrîşê de ya li ser herêma Avaşînê du hevalên me şehîd bûne. Piştre wê agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd bi raya giştî re werin parvekirin.''