YJA Starê ji bo bîranîna Şehîd Zîlan çalakî li dar xist

Gerîlayên YJA Starê ji bo bîranîna Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) rêzeçalakî li dar xist. Di çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

28'ê Hezîranê saet di 15:20'î de li dijî çeperên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Serdar, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de derb li hedefên hatin diyarkirin hate xistin, hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan bombe li qadê barandin û mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê birin.

D çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

27'ê Hezîranê saet di 11:20'î de li herêma Avaşînê sîstema kameraya mobesse ya artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Kamûran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate îmhakirin.

27'ê Hezîranê saet di 06:00 de li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li ser Girê Îxanetê yê ser bi qereqola Wargenima, hêzên me yên YJA Starê çalakî li dar xistin. Derb li 2 kozikên li ser gir hate xistin û di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, gelek dagirker jî birîndar bûn.

Ev çalakiyên ku di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de hatin lidarxistin û derbên giran li dagirkeran xistin, ji bo bîranîna fermandara me ya nemir hevrê Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) hate kirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Agahiyên berfireh ên liv û tevgera dijmin wiha ne:

25'ê Hezîranê saet di 01:30'î de li herêma Zapê bi balafirên şer qada Sîdayê hate bombekirin.

27'ê Hezîranê saet di 15:30'î de li herêma Avaşînê li dijî çeperên şer ên li qada Girê Sor bombardûman hate kirin.

28'ê Hezîranê saet di navbera 00:00-01:00 de qada Kela Qumriyê ya herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye."