YJA Star: Rizgariya mirovahiyê bi azadiya Rêberê me dibe!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Em zanin ku rizgariya mirovahiyê bi azadiya Rêberê me dibe, lewma em ê bi têkoşîneke hîn xurtir bingeha komployê ji holê rakin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber salvegera 24'an a Komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek weşand. Fermandariyê got, "Rêber Apo afirînerê hemû nirxên berxwedanê û pêşketinên şoreşgerî yên li Kurdistanê ye. Em dikevin sala 25'an a tarîtiya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me hate kirin. Em; Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd, li dijî rastiya komployê ku weke 'Roja reş' pênase dikin û li hemberî hêzên modernîteya kapîtalîst ên komploger ku îro hîn bêhtir li her qadê kifş bûne, têkoşîneke bêeman dimeşînin. Weke hêzên YJA Starê ku ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê em di şerekî bêeman de ne, me şahidî ji kiryarên li dijî mirovahiyê, rastiya komployê ya netewe dewletan û hewldanên ji bo nûkirina polîtîkayên qirkirinê re kir. Çawa ku Rêberê me bi têkoşîna siyasî, îdeolojîk a li êşkencexaneya Îmraliyê hêzên komploger têk bir, îro jî hêzên me yên gerîla ku ji fermandara me ya fedaî Zîlan û vir ve xwe weke 'Berhema Rêber Apo' pênase dikin, planên qirikrinê yên li ser gelê me li çiyayên Kurdistanê careke din pûç kirin. Bêguman di serî de çiyayên me, berxwedana bi rûmet û hebûnê ya li her devera Kurdistanê dewam dike, xwe dispêre navenda Îmraliyê. Berxwedana fedaî ya ku jin pêşengiyê jê re dikin, xwe ji têkoşîna Rêber Apo ya li dijî hêzên komploger xwedî dike, xwe dispêre sekn û berxwedana azadîxwaz a Rêber Apo."

Di daxuyaniya YJA Starê de wiha hate gotin:

"Hêzên modernîteyê ku bi komplo, polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê bend danîn ber jiyan û şoreşa azadiyê ya ku Rêberê me dixwaze li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêk bîne, îro hatine ber krîzeke giran a civakî. Bi polîtîkayên bimire-bikuje, polîtîkayên faşîst, zayendîperest û desthilatdarîperest, polîtîkayên ku têkiliya mirovan a bi mirovan, bi xwezayê û bi civakê re ser û bin dike, mirovahî bi temamî û civak aniye ber rizandineke mezin. Ji xwe krîzên siyasî û civakî yên dewleta Tirk ku hîn jî gardiyaniyê ji komploya navneteweyî re dike, yek ji mînakên şênber ên vê rizandinê ye. Dewleta netewe ya Tirk ku Rêber Apo li tehtên Îmraliyê bi zincîr kiriye û dixwaze polîtîkayên wî yên civakîparêz û azadîparêz têk bibe, îro di bin enqaza siyasî, aborî û civakî, siyasî de ya bi erdheja li Bazarcixê rû da, li ber têkçûnê ye. Lewma dewleta faşîst a Tirk ku di bin polîtîkayên civakî û îdeolojiyên fermî de maye, îro herî zêde ji ber dixwaze sîstema azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Rêberê me, êşê dikişîne. Siysaeta ku îro veguheriye krîzê, operasyonên leşkerî yên her roj mirinê ferz dike û êşên ku gelê me ji ber van polîtîkayan dikişîne careke din radixe pêş çavan ku ji bilî paradîgmaya civakîparêziyê ya Rêberê me rêyeke rizgariyê nîne.

DI SALA 25'AN A KOMPLOYÊ DE TÊKOŞÎN WÊ HÎN BI DIJWARÎ BÊ MEŞANDIN

Di sala 25'an a komployê de û di vê pêvajoyê de ku di serî de hikumeta Tirk a faşîst hêzên komploger di nava hilweşîneke mezin de ne, eşkere ye ku têkoşîn wê hîn bi dijwarî dewam bike. Divê were zanîn ku hêzên komploger hîn dest ji armanca xwe ya qirkirina gelê Kurd û jinên Kurd bernedane, ji bo vê pêk bînin wê bi her cûreyî kiryarên li dijî mirovahiyê bikin. Di serî de jin û gerîlayên Kurdistanê me rûyê hovane yê vê komploya xayin dît ku li me tê ferzkirin. Bi saya berxwedana Rêberê me hêzên komploger êdî nikarin rûyê xwe yê zexel veşêrin. Li jinan, gerîla û gelên Kurdistanê çi rewa dibînin, neçar in ku bi şênberî nîşan bidin. Bi taybetî ji Sibata 2021'ê û vir ve rêbazên di şerê dijî mirovahiyê de yê li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi kar tînin, polîtîkayên kujer ên li hemberî serhildanên jinan ên li her devera welatê me têne kirin û herî dawî jî rewşa ku gelê me piştî karesata erdhejê di nav de hate hiştin, encameke polîtîkayên komployê ye. Hêzên komploger hîn jî li ser kar in.

Hêzên şaristaniyê xwestin ku Rêberê me li girtîgeheke giravê bigirin, ji têkoşînê îzole bikin û ji aliyê fîzîkî, siyasî û civakî ve bi tenê bihêlin. Rêbertî digot, 'Pêvajoya min a hiştina li girtîgeha yek kesî ya li Îmraliyê ispat dikir ku li hemberî rizandina ji rêzê ya dîrokê, çareseriyeke hem felsefî hem jî pratîk zanistî, ne tenê ji bo min û gelê Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê dikare rêyekê peyda bike'. Bi vî rengî êşkencexaneya Îmraliyê jî kir dibistaneke felsefeyê. Rêberê me bi vî rengî nehişt ku komplo bigihêje armanca xwe, pêvajoya bûyîna îdeolojîk a sêyemîn li Îmraliyê pêk anî. Tenêhiştin li aliyekî, 24 sal in ji bo hemû hêzên demokratîk û azadîparêz ên cîhanê bûye navendek û cihê xwe di dilê bi milyonan mirovî de girtiye.

RÊBER APO BÛ HÊVIYA GELAN

Rêber Apo bi hêza têkoşîna siyasî, leşkerî û îdeolojîk a li Kurdistanê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn ên di bin zilma modernîteyê de ne bû hêviya azadiyê ya jinan û gelan. Hêzên modernîteyê du sed sal in bi destwerdanên siyasî û leşkerî li Rojhilata Navîn dest li pêngavên şoreşgerî werdidin, dixwazin sîstema xwe ava bikin û ji ber vê yekê komploya navneteweyî xistin dewrê. Rêberê me ji ber ku hêza herî mezin a azadîxwaz û rêxistinkar a Rojhilata Navîn e û li ber sîstema kapîtalîst rabû, bi xayînî êrîş lê hate kirin û îro hîn jî di nava tecrîda mutleq de tê hiştin. Lewma komploya 15'ê Sibatê ya qirêj di şexsê Rêberê me de li hemberî rastiya jinê ya ku bi têkoşînê azad dibe, li hemberî nirxên modernîteya demokratîk ên li Rojhilata Navîn hatiye kirin. Ji xwe Rêberê me li Îmraliyê ev yek anî ziman û got, 'Em rizgarîxwazên rasteqîn e. Ji ber ku zanîbûn em ê nebin amûrek li ber destê şaristaniya Rojavayî, îmha li ser min ferz kirin'. Di gelek analîzên xwe de rûyê rast ê aktorên komployê raaxist pêş çavan.

Ji ber vê yekê bi navê gerîlayên YJA Starê kuk şûrê azadiyê yê jinan û gelê me ye, bi dilsoziya bi şehîdên me yên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' tarîtiya komployê bi bedena xwe ronî kirin, bi dilsoziya ji bo bîranîna hemû hevrêyên me yên şehîd, em soza xwe dubare dikin ku heta tolê ji hêzên komploger hilînin em ê têkoşînê dewam bikin. Di vê çarçoveyê de, di vê 15'ê Sibatê de em li pêşberî Rêberê xwe û şehîdên xwe rexnedayineke mezin didin û dubare dikin ku em ê gerîlatiya serketinê bi xurtî pêk bînin. Em zanin ku rizgariya mirovahiyê bi azadiya Rêberê me dibe, lewma em ê bi têkoşîneke hîn xurtir bingeha komployê ji holê rakin. Em komploya 15'ê Sibatê ku komploya herî şermezar a dîrokê ye, şermezar dikin."