YJA Star: Em ê xeta Bêrîtan li her devera Kurdistane geş bikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Jinê Bêrîtan bi bîr anî û diyar kir ku wê mîrateya têkoşînê ya Bêrîtan li her devera Kurdistanê geş bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 26'an a şehadeta gerîlaya ARGK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de, di şexsê Berîtan de şehîdên meha Cotmehê; Canda Turk, Gurbetellî Ersoz, Meryem Çolak, Ronahî (Andrea Woolf), Helîn Çerkez, Sarya, Medya Mawa, Hêvî Muş, Jînda Ezgî Dersîm û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.

BÛ REMZA BERXWEDANÊ

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê 25'ê Cotmeha 1992'an li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê dest bi êrîşên topyekûn ên tinekirinê kir û hate gotin, "Hevrê Bêrîtan li dijî israr û êrîşên hêzên PDK'ê ji wan re dibêje, 'Hûn ji Başûr xiyanetê li şoreşa Bakurê Kurdistanê dikin'. Heta fîşeka xwe ya dawî şer dike û ji bo dîl nekeve destê dijmin, destpêkê çeka xwe li tehtan dixe û dişkenîne, piştre jî xwe ji zinar diavêje.

Fermandariyê diyar kir ku Bêrîtan bi ruhê Zarîfe û Besêyan bû remza berxwedanê û bi jiyan û çalakiya xwe nîşan da ku ew dewma kevneşopiya rûmet û azadiyê ya Besêyan e.

DI KESAYETIYA XWE DE MODELA JINÊN MILÎTAN ÊN ARTÊŞA JINAN DIYAR KIR

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku Bêrîtan di kesayetiya xwe de modela jinên milîtan ên artêşa jinê diyar kiriye û hate gotin, "Pîvanên şoreşa azadiya jinê wergerand perspektîfa jiyanê ya domdar. Di şexsê jinên milîtan de felsefa û xeta jiyana azad zelal kir. Ew, bû bersiva herî rast a li pirsa; 'Divê mirov çawa bijî û çawa têbikoşe'? Rastiya şehîd Berîtan bi manîfestoya jiyana azad û bi rûmet bûye ronahiya dil û mejiyê me."

Fermandariya YJA Starê diyar kir ku Bêrîtan li dijî çînîtî û zayendîperestiyê bûye fermandar û şervana azadiyê û wiha dewam kir: "Li dijî kevneşopiya paşverû ya feodal têkoşiya û bû lêgerînera rastiyê û evîndara gelê xwe. Eger artêşa jinê niha mezin bûye, bi pêş ketiye û bûye hêza hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê, di şexsê hevala Bêrîtan de ev yek bi saya ked û hewldana hemû şehîdan e."

Fermandariyê pênaseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo Bêrîtan digot 'Parastina rûmeta azadiya Bêrîtan deynê me ye' bi bîr xist û destnîan kir ku li ser şopa Bêrîtan ew li her qadê hewl didin vê rastiyê bi cih bînin.

EM Ê TÊKOŞÎNA BÊRÎTAN LI HER DEVERA KURDISTANÊ GEŞ BIKIN

Fermandariyê ragihand, ew xeta azadiyê û rûmeta berxwedanê ku di şexsê Bêrîtan de eşkere bû, weke pîvana bingehîn a artêşbûna jinê dibînin û wiha dewam kir: "Bi wesîleya rojê em careke din dibêjin, 'Em şopdarên berxwedana hevrê Bêrîtan in'. 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em bi vê mebestê di salvegera 26. de ya şiyara; 'Jina ku şer dike azad dibee, jina azad dibe xweşik dibe, jina xweşik dibe jê tê hezkirin' dibêjin; ji her demê zêdetir em nêzîkê gihîştina Serokatî û ûtopyayên xwe yên jiyana azad in. Em bi şêweyê herî êrîşkar a bîrdoziya nijadperestî ya rizî yên pergala kapîtalîzmê re rû bi rû ne. Weke hêzên YJA Star em di serdemeke welê de ne ku bi şerê li ser xeta Bêrîtan em ê ala azadiyê her bilind bikin. Em careke din soz didin ku em ê têkoşîna Bêrîtan li her devera Kurdistanê geş bikin. Di şexsê hevrê Bêrîtan de hemû şehîdên jiyana azad û şoreşê bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîn û mîrateya wan derkevin."