YJŞ’ê: Şehîdbûna heval Helmet barê me girantir kiriye

Hêzên YJŞ’ê (Yekîneyên Jinên Şengalê) bi nameyeke niviskî destek dan çalakgerên mertalên zindî û diyar kirin, "Her çiqas em li cihên cûda bin jî di milê birdozî û mêjî de ji bo heman armancê em kar dikin, şoreşgertî dikin."

Mertalên zindî yên ku ji bo li hember dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin bedenan xwe xistine mertal bi biryardariyeke mezin didomin. Her roj ji deverên cûda cûda kes, rêxistin, sazî tên serdana van çalakgeran û piştgiriya xwe tênin ser ziman. Hin kes jî nikarin bi xwe werin lê belê bi nivîskî pêyamên xwe dişînin. Hêzên YJŞ’ê jî ji bo piştgiriya xwe nîşan bidin nameyek ji mertalên zindî re şandine.

Nameya ku YJŞ’ê ji çalakgerên Mertalên Zindî re şandî wiha ye:

“Mirov zahf difikire gelo ji ku dest pê bike, çawa xilas bike. Lê belê divê em ji cîhekî despê bikin. Dibe ku firsendeke me ku em bi xwe werin ba we nebû. Lê bele bi rêya çapemeniyê û bi rêya hevalan em ji berxwedana we ya mezin hayîdar in. Em wê berxwedaniya we ya mezin bi dil û can silav dikin. Em nikaribin fîzîkî werin ba we jî em di wê baweriyê de ne ev peyama me wê bighe destê we. Her çiqas em li cihên cûda bin jî di milê birdozî û mêjî de ji bo heman armancê em kar dikin, şoreşgertî dikin. Em li vir civaka xwe, gelê xwe ji dijminan ji dagirkeran diparêzin. We jî bi heman armancî bedenên xwe kiriye mertal û li dijî dagirkeriyê disekinin. Vê bizanibin dil û rihê me bi we re ye. Em di pêvajoyeke zahf dijwar de derbas dibin. Di her kêliyê de gûhertinek çêdibe, pêşketin çêdibin. Di demeke wisa de me şehadeta Heval Helmet bihîst. Ev şehadet ji me re zahf giran hat, weke her şehadetekê. Çiqas dişibe şehadeta Mam Zekî. Her çiqas ev şehadet me xemgîn kiribe, ji aliyekî din ve hêrs û kîna me ya li hember dijmin jî zêdetir kiriye. Ev şehadet barê me hîn girantir dike, berpirsiyartiyan dixe ser milê me. Me di tekoşîna azadiya xwe de zahf bedel dan, zahf şehîd dan. Tola van şehîdan rakirin erka me ya herî sereke ye. Çawa Mam Zekî bû pêşengê gelê Êzîdî, heval Helmet jî ne tenê ji bo Başurê Kurdîstanê ji bo tevahî Kurdîstanê bû pêşeng, bû hêz, bû moral, bû coş. Em bi hestiyarî nêzî van şehadetan nêz nabin. Çawa ku Serok Apo bi şehadeta heval Hakî Karer kî jê re digot rihê min ê veşartî partî avakir, çawa ku piştî berxwedana mezin a rojiya mirinê ya 14’ê Tirmehê pêngava 15’ê Tebaxê hat avêtin divê em jî ji van şehadetên mezin pêşketinên mezin derxin holê. Soza ku me daye şehîdan ne girî ye, soza ku me daye wan li gor rihê pêvajoyê beşdarbûneke aktif çêkirine. Em jî wek fedaîyên, wek mîlîtanên Serok Apo erka ku dikeve ser milê me bê ku dudilî bijîn, em ê pêk bînin. Serkeftin a me ye!’’