Yildirim: Ji bavê min ê nexweş tolê hiltînin

Girtiyê bi navê Selîm Yildirim yê di girtîgehê de bi nexweşiya dil, şekir, tansiyon û kolestrolê ketiye, li gel raporên bijîşkan jî nayê berdan.

Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê agahiyên nebaş ji girtîgehan tên. Li girtîgehan li dijî girtiyan zext, muameleya nebaş û pêkanînên Êşkenceyê dewam dikin. Tê gotin ku şert û mercên herî xerab ên 30 salî dawî li girtîgehan diqewime. Binpêkirina mafan û pêkanînên rûtîn her dewam dike. Ligel binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî girtiyên nexweş nayên berdan. Girtiyê bi navê Selîm Yildirim (54) ku di Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê de tê girtin û di girtîgehê de bi nexweşiya dil, şekir, tansiyon û kolestrolê ketiye, li gel raporên bijîşkan jî nayê berdan. Kurê Selîm Yildirim, Metîn Yildirim diyar kir ku li gel rapora bijîşkan jî bavê min nayê berdan û anî ziman ku dewlet tolê ji malbata wan digre.

'BÊ KU WERE DARIZANDIN ŞANDIN GIRTÎGEHÊ'

Yildirim da zanîn ku bavê wî Selîm Yildirim di meha Hezîrana 2016'an de bi hinceta "Piştevaniya Rêxistinê" kiriye dema ji bo tedawiyê ji Çewlikê hate Amedê hate binçavkirin û wiha axivî: "Dema ku bavê min û dayika min ji bo pirsgirêkên tenduristiyê hatin Amedê li mala apê min hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Çewlikê. Bê ku bavê min were darizandin bi hinceta ‘Piştevaniya Rêxistinê’ kiriye şandin girtîgeha Çewlîkê. Piştî demekê bavê min ji Çewlîkê sirgûnî Girtîgeha Trabzonê kirin û herî dawî jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê kirin."

'POLÎSAN BI SER DADGEHÊ DE GIRTIN'

Yildirim anî ziman ku piştî demek dirêj doza bavê Selîm û birayê wî Medenî li Çewlikê hate dîtin. Yildirim got, di dozê de endamên tîmên taybet bi ser eywana dadgehê de girtine û parêzerên malbatê ji eywanê derxistin. Yildirim bilêv kir ku dewlet di şexsê bav û birayê wî de tolê ji malbata wan distîne û ev wiha pê de çû: "Bê ku doz pêk bê bavê min û birayê min bi salan e li girtîgehê tên girtin. Bavê min nexweşe û rapora wî ya nikare di girtîgehê de bimîne jî heye. Lê belê dewlet bi xwe jî zagonên xwe binpê dike û bavê min yê nexweş naberde. Dewlet ji bavê min yê nexweş tol hildide."

'LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ KET'

Yildirim destnîşan kir ku bavê wî di sala 1990'an de jî gelek caran hatiye binçavkirin, girtin û ji ber ku gelek caran êşkence li wî hatiye kirin, gelek nexweşî lê dane der. Yildirim da zanîn ku bavê wî di meha Hezîranê de bi hincetên pûç hatiye girtin û wiha got: "Di girtîgehê de şert û mercên jiyanê yên bavê min gelek nebaş e, di vê rewşê de bavê min nikare di girtîgehê de bimîne. Bavê min ji ber ku bi salan di girtîgehê de maye bi nexweşiyên dil, şekir, tansiyon û kolestrolê ketiye. Heger li girtîgehê tiştek pêk bê dewlet berpirsyare."

'DIBE QEYRANA DIL DERBAS BIKE'

Yildirim da xuyakirin ku bavê wî di sala 1996’an de di girtîgehê de ji lingên xwe jî emeliyat bûye û ev tişt got: "Di sala 2002’an de jî bavê min dîsa di girtîgehê emeliyata dil derbas kir û niha jî gelek nexweşiyê wî hene. Ligel rapora Saziya Tiba Edlî jî bavê min serbest nayê berdan. Li girtîgehê de tedawiya bavê min nayê kirin û ew bi ti awayî nikare di girtîgehê de bimîne. Ji ber ku bavê min tedawiya xwe nabîne dibe qeyrana dil derbas bike. Divê li her derê gel xwedî li girtiyên nexweş derkeve. Bavê min bi ti şeklî nikare di girtîgehê de bimîne. Ez bang li tevahiya kesên bi peywirdar dikin ku ji bo girtiyên nexweş têkevin dewrê. Bila darbestên din ji girtîgehan dernekevin. Bila girtiyên nexweş werin berdan."