Yildirim: Em ê li ber çavkaniya kaosê rabin
Yildirim diyar kir, ji ber ku Erdogan Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, welat kete nava krîzeke mezin û got, ew ê soza xwe 'Em ê te nekin Serok' bi cih bînin.
Yildirim diyar kir, ji ber ku Erdogan Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, welat kete nava krîzeke mezin û got, ew ê soza xwe 'Em ê te nekin Serok' bi cih bînin.
Piştî ku plana tinekirinê ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bi biryara Desteya Ewlekariya Bilind a 30'ê Cotmeha 2014'an ket meriyetê, welat kete nava krîzekê û ji hingî ve krîza siyasî û aborî dewam dike. Di nava vê rewşa kaosê de, hewl tê dayîn 'sîstema serokkomariya ji partiyekê' ku rejîma yek şexsî ye, di meha Nîsanê de pêşkêşî referandûmê bê kirin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim, ev mijar ji ANF'ê re nirxand.
Yildirim bal kişand ser hilbijartina 7'ê Hezîranê ku desthilatdariya bi tena serê xwe ya 13 salan a AKP'ê ji holê rakir û got, "Me ev yek bi ser xist. 7'ê Hezîranê serketina siyaseta demokratîk bû. AKP ji bo careke din bi tena serê xwe bibe desthilatdar, bi rêya şer û kaosê gef li hilbijêran xwar û welat xist nava hilbijartina 1'ê Mijdarê. Ev bi tena serê xwe nîşan dide ku AKP ji çarçoveya partiya siyasî derketiye. Li pêşberî me hikûmeteke ku armanceke xwe ya siyasî nîne û bi şer li ser piyan dimîne, heye. Hikûmeteke ku hewl dide bi Rewşa Awarte hebûna xwe bidomîne. Di rewşeke bi vî rengî de şer ji bo dewamkirina desthilatdariya AKP'ê bûye amûrek. Ji ber ku, ji bilî tisê nizanin wê hilbijêrên xwe çawa konsolîde bike. Desthilatdariya heyî, destûra bingehîn û qanûnên 12'ê Îlonê jî têra xwe nabîne."
Yildirim işaret bi pêşnûmeya 'Serokatiyê' kir, ku li meclîsê hat pejirandin û got, "Ev yek pêşniyareke ji bo sîstemê nîne. Pêşnûmeyeke 'Yek Şexsî' ye ku tê de mekanîzmaya hevsengî û kontrolê nîne, erkên qanûndanîn, rêveberî û dadgerî ji hev ne cuda ne û her tiştî bi şexsekî ve girê dide. Ji vê derê demokrasî dernakeve. Ev yek tesfiyekirina demokrasiyê ye."
Nadîr Yildirim da zanîn, ku ew bawer e wê di referandûmê de ev pêşnûme neyê qebûlkirin.
Yildirim kampanya 'Em ê te nekin Serok' a dema hilbijartina 7'ê Hezîranê bibîr xist û got, "Me soza ku di 7'ê Hezîranê de da, bi cih anî. Eger di 7'ê Hezîranê de em li binê bendê bimana. AKP'ê niha tarîtiyeke gelekî mezin afirandibû. Bi derbasbûna ji bendê re bi 8 parlamenteran me cihê xwe li parlamentê girt. Piştre di 1'ê Mijdarê de hewl dan me li binê bendê bihêlin û bi girtina 400 parlamenteran re guhertina destûra bingeyîn bêyî referandûmê pêk bînin. Lê belê ev bi ser nexistin. Li dijî her şêwe zext, zordarî, girtin, binçavkirin û astengiyan jî bi 59 parlamenteran me cihê xwe li Meclîsê girtin. Ya rast wê ev guhertin ji 7'ê Hezîrana 2015'an û pê ve bikira, lê me li pêşiya wê bûn asteng. Bi xebatên xwe re me 2 sal dan civakê. Niha jî bi destê MHP'ê rejîma yek şexsî pêşkêşî AKP'ê hat kirin. Di 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de me pêşî li Erdogan girt. Em niha jî dikarin pêşî lê bigirin. Bi berxwedaneke demokratîk em dikarin pêşî lê bigirin. Em ê li gorî vê yekê stratejiyekê bimeşînin."
Yildirim bal kişand ser krîza aboriyê jî û got, "Eger biryara 'NA' ji referandûmê derkeve, wê rewşa aboriyê baş bibe. Eger 'Na' ji refearndûmê derkeve wê krîza aboriyê girantir bibe."