Yildirim: 2018 wê bibe sala pêngav û berxwedanê

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim li kongreya HDP'ê ya Erdîşê axivî û got, "Sala 2018'an em dikarin tevahiya Tirkiyeyê ji faşîzmê rizgar bikin."

Kongreya 2. a Asayî ya HDP'ê ya Navçeya Erdîş a Wanê, bi beşdariya Alîkarê Hevserokê Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yadîşan Karabûlak û Umît Dede, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Okkeş Kawa, Taylan Tarhan, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ozgur Zeydanoglû, hevşaredar Sûna Atabay, Rojbîn Sevîl Çetîn, Bêrîtan Tayan, Guler Avci, nûnerên KCD'ê, Hevserokê HDP'ê yê Erdîşê, nûnerên rêxistinên DBP û HDP'ê yên navçeyê û gel pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê û axaftina destpêkê, peyamên Parlamentera HDP'yî ya Wanê Tûgba Hezer ku parlamenteriya wê hate desteserkirin, Hevşaredara Erdîşê ya girtî Dîba Keskîn û siyasetmedarên din ên Kurd hatin xwendin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim piştî xwendina rapora malî axivî û işaret bi girîngiya Erdîşê ji bo herêma Serhedê kir. Yildirim diyar kir ku polîtîkayên qirêj ên sîstemê jî ji berê ve li dijî Erdîşê tên meşandin û tevî hemû zext û hewldanên asîmîlasyonê jî ev polîtîka bi ser neketine.

Yildirim anî ziman ku Erdîş di vî warî de weke laboratûwarekê hatiye dîtin, lê belê sala 2014'an Erdîşê mohra xwe li dîrokê xistiye û hemû polîtîkayên asîmîlasyonê pûç kiriye.

Di dewama axaftina xwe de Yildirim bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û destnîşan kir ku tecrîd encameke tirsên zîhniyeta heyî ye."

Yildirim got, "Her gotineke Birêz Ocalan Rojhilata Navîn ronî dike. Di ruhê wan de ji bilî tarîtiyê tiştek nîne, lewma ji ronahiyê ditirsin. Sala 2018'an em dikarin tevahiya Tirkiyeyê ji faşîzmê rizgar bikin. Vaye li Rojava binerin, bi tîrêjên wê ronahiyê, rojên zor û zehmet dibihurin. Tenê armanceke wan heye, ew jî tarîkirina wê ronahiyê ye. Ji ber ku ditirsin. Bi vê wesîleyê em bang li tevahiya gelê xwe dikin; Bi Civata Giştî ya HDP'ê ya 11'ê Sibatê re em ê sîstema wan careke din bihejînin. Em bi 50 hezar kesî diçin Enqereyê. Gelê Kurd li ser piyan e, bi bawer e û em ê bi ser bikevin. Bila her kes xwe amade bike. Dest bi amadekariyan bikin. 11'ê Sibatê em ê paytextê bihejînin û mesajeke xurt bidin. Em ê tirsên wan mezintir bikin. Dixwazin bi rêya tirsandinê hin tiştan bikin. Di mînaka DAÎŞ'ê de me dît. Bi rêya DAÎŞ'ê psîkolojiyeke welê afirandibûn ku kesek newêrîbû li ber rabe û ji ber direviya. Ji ber ku mejiyê van û yê DAÎŞ'ê yek e, ji wan heye ku wê heman tiştî li me jî bikin. Ev dîtin ku gelê Kurd ne ji ber DAÎŞ'ê reviya, ne jî ji wê ji ber wan bireve. Em ê 2018'an vê yekê careke din nîşan bidin."

Piştî axaftinan hilbijartin hate kirin û Şakir Asil ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Erdîşê hate hilbijartin.