Yîgîtel: Divê em destekê bidin girtiyên jin ên li Baybûrtê

Rozerîn Yîgîtel diyar kir ku xwişka wê ya li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê girtî ye, ji wan re qala êşkenceya li girtîgehê kiriye û ji bo girtiyên jin banga piştgiriyê kir.

Êşkenceya psîkolojîk-derûnî, binpêkirina mafên mirovan û kiryarên xerab ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Baybûrtê, doh bi daxuyaniyên xizmên girtiyan li çapemeniyê hatibûn weşandin. Gamze Yîgîtel a li heman girtîgehê girtî ye, bi rêya malbata xwe bang li raya giştî kir ji bo destekê bidin wan. Xwişka Yîgîtel Rozerîn Yîgîtel diyar kir ku xwişka wê jê re gotiye, 'Gelo hûn li bendê ne ku mirovên li vir bimirin?"

Yîgîtel diyar kir, xwişka wê jê re qala kiryarên li girtîgehê kiriye û got, "Xwişka min got, gardiyan nîvê şevê diavêjin ser qewîşan, şîdeta fîzîkî û sixêfên giran li wan dikin. Her wiha anî ziman ku timî cezayê qedexekirina ragihandinê û hucreyê li girtiyan tê birîn û îdare destûrê nade ku girtî pêdiviyên xwe yên şexsî tedarik bikin. Gardiyan her wiha pirtûkên girtiyan li ber çavên wan diçirînin."

LI GIRTIYAN TÊ FERZKIRIN KU BI PÎXWASÎ BIMEŞIN

Yîgîtel got, xwişka wê jê xwestiye ku li derve di vê der barê de gav werin avêtin û wiha dewam kir: "Dixwaze ku raya giştî bêdeng nemîne. Anî ziman ku ÎHD û saziyên mîna wê divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha xwest, parlamenterên HDP'ê li ser mijarê bisekinin. Di dema hevdîtinê de li ser girtiyan tê ferzkirin ku bi pîxwasî ji cîhazên X-Ray derbas bibin. Herî dawî dema em çûn ji bo hevdîtinê, gotin ku ji ber vê sedemê wê hevdîtin neyê kirin. Li salona ku hevdîtina vekirî lê tê kirin, gardiyan û jenderme timî girtiyan aciz û hêrs dikin."

BANGA JI BO PIŞTGIRIYÊ

Yîgîtel diyar kir ku îdareya girtîgehê aktîvîteyên civakî yên girtiyan jî kêm kiriye û ev bang kir: "Sohbet, spor û aktîvîteyên din ên civakî ku mafê girtiyan e, hatine kêmkirin. Hefteyê carekê ava germ dide girtiyan. Weke malbatên girtiyan divê em derhal dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku bêdengiya me moralê girtiyan xera dike. Pêwîste em destekê bidin girtiyên jin ên li Baybûrtê. Girîng e malbatên me, wekîlên me û saziyên weke ÎHD'ê li pêşberî vê rewşê bêdeng nemînin."