BI DÎMEN

Şîlan Emînoglu: Armanca me konfederalîzma jinan e

Berdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê Şîlan Emînoglu diyar kir ku jin dikarin bi yekîtiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin û got, armanca wan konfederalîzma jinan e.

ŞÎLAN EMÎNOGLU

Jinên bi boneya salvegera 51’emîn a şehadeta Leyla Qasim di 12’ê Gulanê de li Brukselê civiyan û damezrandina “Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd li Ewropayê” ragihandin. Berdevka Înîsiyatîfê Şîlan Emînoglu ji ANF'ê re axivî. Emînoglu anî ziman ku ew ji hemû kesên bawerî, reng, ziman, ol an nijada wan çi dibe bila bibe yên li çar parçeyên Kurdistanê dijîn re vekirî ne û got, "Ji bo hemû jinên ku nasname, xwebûn, ziman û azadiya xwe diparêzin vekirî ye. Ev ne di bin banê tu partiyek siyasî de ye."

Şîlan Emînoglu diyar kir ku jinên ku ji ber koçberiya bi darê zorê li Ewropayê dijîn, hewceyiya wan herî zêde bi yekîtiyê heye û anî ziman ku ew bi zehmetiyên hem zîhniyeta serdest a mêran û hem jî ji dûrbûna kok, çand, zimanê re têdikoşin.

EM Ê PIRSGRÊKÊN XWE BI XWE ÇARESER BIKIN

Şîlan Emînoglû bi bîr xist ku jinan gelek caran hewl dane ku bên gel hev û wiha domand: “Li Kurdistanû, zîhniyeta ku ji hêla pergala serdest, partiyên siyasî, îdeolojiyan û hwd. rê li ber avakirina yekîtiyê girtin. Divê em jin bi avakirina yekîtiya pêşî li van hemûyan bigirin û bi hevgirtinê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Jinan ji bo têkoşîna azadiyê bedelên mezin dan. Ev bi tenê bi me dest pê nekir. Ji bo vê dozê bedelên mezin hatin dayîn. Ev bingeha ku îro em li ser wê ne û heta derfetên ku ez niha li ser diaxivin hemû bi saya van nirxan hatine afirandin. Em deyndarê wan in."

'BANG RÊ LI BER BINGEHEKE NÛ VEKIR’

Şîlan Emînoglu destnîşan kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27’ê Sibatê de ragihand ji bo jinan bingehek û atmosferek nû afirand û anî ziman ku pêşengiya jinan di vê têkoşînê de li ser bingeha perspektîfa Rêber Apo ye.

Şîlan Emînoglu destnîşan kir ku hemû beşên civakê yên ku ti pirsgirêkek wan bi nirxên Kurdistanî re tine jî wê di vê xebatê de cih bigirin û wiha got: “Bêyî ku bîrdozî yan bawerî, reng, ziman, ol, nijad cuda be, ev platforma jinan ji her kesên ku li çar parçeyên Kurdistanê dijîn vekirî ye. Ji hemû jinên ku nasname, xwebûn, ziman û azadiya xwe diparêzin vekirî ye. Ev ne di bin banê ti partiyek siyasî de ye."

JIN DIKARIN HÊZA XWE BIKIN YEK

Şîlan Emînoglu anî ziman ku ew bawer dike ku jin dikarin bi vê yekîtîyê hêza xwe bikin yek û gelek pirsgirêkan çareser bikin û wiha pê de çû: “Berê me li Kurdistanê ye. Em dixwazin bi Rêberekî azad re di Kurdistaneke azad de hêza xwe bikin yek û mezin bikin."

Şîlan Emînoglu bi bîr xist ku ew ê bi xebatên ku ji bo heman armancê li beşên din ên Kurdistanê têne kirin re di nava diyalogê de bin û dubare kir ku înîsiyatîf wê di bin kontrola ti partî yan komekê de nebe.

KOMXEBATEKE JI BO HEMÛ PARÇEYAN LI DAR BIXIN

Şîlan Emînoglu diyar kir ku weke înîsiyatîfê dixwazin ji bo nîqaşkirina pirsgirêk û lêgerînên çareseriyê yên jinên li çar parçeyên Kurdistanê komxebatekê li dar bixin û anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêkên jin, zarok, ciwanên li dîasporayê dijîn û Kurdên ku ji çand û zimanê xwe dûr dijîn çareser bikin û ji bo wan bernameyek çêbikin.

Şîlan Emînoglu bilêv kir ku ew dixwazin xebatên heyî di bin rêxistiniyekê de bikin yek û wiha domand: “Yên xwedî bîrdoziyên cuda û hunermendên ji saziyên cûda de hene. Çima ev hunermend sendîkayên xwe ava nekin? Pisporên tenduristiyê hene ku ji welatên xwe dûr in. Ev pisporên tenduristiyê dikarin sendîkayên xwe ava bikin. Ew dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Şîlan Emînoglu got ku ew şablonekê daneynin pêşiya ti kesî û ew ê li gorî daxwaz, pêşniyar û pirsgirêkên van beşan lêkolînekê bikin.

AVAKIRINA RÊXISTINEKE SÎWAN

Şîlan Emînoglu destnîşan kir ku armanca sereke ya înîsiyatîfê rêxistineke sîwan e û konfederalîzma jinan ava bike û ev tişt got: "Bêguman ez naxwazim vê yekê li ser navê hemû jinan bibêjim, lê divê armanca sereke konfederalîzma jinan be. Em jinên Kurd di encama vê xebatê de hatin gel hev û armanca sereke bi hev re diyar dikin. Ji bo min ne rast e ku ez bêjim ku em dixwazin li ser navê her kesî li vir vê yekê bi dest bixin, em ê bi hev re diyar bikin. Armanca sereke divê konfederalîzma jinan be. Em dikarin xebata xwe li ser vê yekê zêde bikin."

WERIN EM BI HEV RE TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN

Şîlan Emînoglu behsa paradîgmaya rizgariya jinan a Rêber Apo kir û anî ziman ku ti rêberek din ewqas li ser rola pêşeng a jinan nefikirî ye û ev bang li jinan kir: "Jinan di şer de li ber xwe dan lê piştî ku 'çareserî' hat, jin neçar hiştin dîsa vegerin rola xwe ya li mal û metbexê. Mîsyona ku Rêbertiyê daye û rêya ji bo me vekiriye ne ev e. Ji ber vê yekê, em jin ji her kesî bêtir xwedî rolek in ku azadiya fîzîkî û paradîgmayê biparêzin. Werin em yekîtiya xwe ava bikin, werin em xwedî li paradîgmaya Rêbertiyê derkevin û li welatekî demokratîk û azad li Kurdistanê bijîn. Werin em vê têkoşînê bi hev re mezin bikin û bigihînin serketinê. Ew hêza me heye. Hêza jinan heye. Her cihê ku destê jinan lê dikeve ew der wê bibe qadeke azadiyê, qadeke demokrasiyê.”