Yîgîtalp qala hovîtiya li Pirsûsê kir: Qirika wan jê kirin

Parlamentera Amedê ya HDP'yî qala hovîtiya li Pirsûsê kir û got, "AKP'iyên li wê derê qirika ferdên malbata Şenyaşar jê kirin û bi vî rengî kuştin."

Namzetê AKP'ê yê Parlamenteriyê Îbrahîm Halîl Yildiz hefteya bihurî çûbû navçeya Pirsûs a Rihayê, li dikana esnafekî deng xwestibû, lê esnaf nerazîbûn nîşan dabû û çekdarên Yildiz jî gule li dikanê reşandibûn. Ji ber êrîşa AKP'iyan Adîl Şenyaşar û Celal Şenyaşar ku birayê hev in hatibûn kuştin, bavê wan Haci Esvet Şenyaşar jî bi giranî birîndar bûbû. Bav Şenyaşar piştî du rojên li servîsa lezgîn jiyana xwe ji dest dabû.

Heyetek ji HDP û DBP'ê ji bo tevlî merasîma cenazeyên ferdên malbata Şenyaşar bibe çûbû Pirsûsê, daxuyaniyek dabû çapemeniyê û xwestibû bûyer tavilê bê ronîkirin û lêpirsîneke xurt bê destpêkirin.

Yek ji endamên heyeta HDP-DBP'ê Parlamentera Amedê ya HDP'yî Sîbel Yîgîtalp e. Yîgîtalp ji ANF'ê re qala bûyerên li navçeyê qewimîn kir.

'QIRIKA WAN JÊ KIRIN'

Yîgîtalp li ser roja komkujiyê ev agahî da:

"AKP'yî diçin dikana malbata Şenyaşar ku 25 sal in esnaf e û dengan ji wan dixwazin. Malbat jî ji AKP'yiyan re dibêje 'hûn zanin bê dengê me ji kê re ye, em ê deng nedin we'. Bi van gotinên zelal ji wan re dibêje. Navçe ji xwe cihekî biçûk e, her kes hev nas dike. Rojek piştî vê axaftinê AKP'yî careke din diçin wê dikanê û nîqaş di navbera wan de dest pê dike. Bi kulman li hev dixin. AKP'yî bi çek û kêran êrîşî kurê xwediyê dikanê dikin. Wê wextê birayekî wî jî birîndar dibe. Birîndaran radikin nexweşxaneyê. Piştî ku radikin nexweşxaneyê, AKP'yî diçin nexweşxaneyê û bi tupê oksîjenê, şûşeyên serûmê û bi kêran êrîşê dibin ser ferdên malbata Şenyaşar ên birîndar. AKP'yî li nexweşxaneyê qirika ferdên malbata Şenyaşar ên birîndar jê dikin û wan dikujin. Eşkere ye ku qirika wan hatiye jêkirin. Lê belê ev yek bi şûşeya serûmê ya şikandin kirine yan jî bi kêrê kirine, ev ne diyar e. Ji ber ku encama otopsiyê nîne, me ev baş zelal nekir. Lê jêkirina qirikê zelal e. Ev rastiyeke ku nîqaş li ser nabe."

'DELÎL JI HOLÊ HATINE RAKIRIN'

Yîgîtalp ragihand, saziyên dewletê yên fermî nexwestine li ser bûyerê pêwendiyê bi wan re deynin û bi dewamî got, "Tevî hemû hewldanên me, ti ji saziyên dewletê nexwestin bi me re têkiliyê deynin. Heman piştî bûyerê kamerayên ewlekariyê yên li nexweşxaneyê hatin şikandin û niha ti dîmen li holê nîne. Li cihê bûyer qewimî MOBESE hene, dibe ku ji wir hin agahî bên girtin. Lê belê ev yek karê dadgeriyê ye."

ÊRÎŞ LI CENAZEYAN HATE KIRIN

Di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku polîsan êrîşî cenazeyên her du birayên Şenyaşar kirin û got, "Gaz berdan girseya gel a li merasîma cenaze. Hewl dan mirov tevlî merasîmê nebin. Ji pêşiya goristanê heta derketina wê, maşînên zirxî ketibûn rêzê. Di dema veşartina cenazeyan de dor li me girtibûn. Di rewşeke wiha de me cenaze veşart û di wê kêliyê de agahî ji me re hat ku bav Haci Esvet Şenyaşar jî jiyana xwe ji dest daye. Bû 3 kes ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan. 3 kes jî birîndar in. Du jê li bajarekî, yek jî li bajarekî din e. Mirov nikarin bêjin ku rewşa birîndaran baş e."