'Yên li ber tecawizkaran radibin tên girtin'

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê diyar kir ku jin di hedefa desthilatdariyê de ne û destnîşan kir, "Yên li ber tecawizkaran radibin tên girtin."

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê têkildarî girtina rêveber û endamên Komeleya Jinan a Rosa ku nav de siyasetmedarên Kurd jî hebûn daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyanî li avahiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Mêrdînê hat dayîn û li gel pêkhateyên Platformê, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar beşdarî civînê bûn.

Endama Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Mêrdînê Gulîzar Îpek daxuyanî xwend û girtina 12 siyasetmedar û aktîvîstan bi bîr xist û wiha got: "Desthilatdariya siyasî jinên ku li dijî her cûre tundiya li ser jinê derdikevin û azadiya zayendiyê diparêzin kiriye armanca xwe. Dixwazin jinan bêdeng bikin. Binçavkirin û girtina jinan neheqî ye. Bi sûcên bêbingeh hatine girtin. Dixwazin peyama wê hin bêtir tundî li jinan bibe û zext li jinan were kirin bidin jinan. Hemû xebatên yasayî û demokratîk kirine sûcdariya girtinê. Mafê wan ê demokratîk asteng kirine. Di şexsê siyasetmedar û aktîvîstên jin de dixwazin civakê bêdeng bikin. Em ê li dijî vê pergala ku tundî, feqîrî û zextan pêş dixe li ber xwe bidin û em ê li gel jinên mafê wan tê binpêkirin têbikoşin. Em wek Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê dixwazin 12 siyasetmedar û aktîvîst demildest werin berdan."