'Yên ku em guhartin jin bûn'

Yek ji Fermandarên Akademiya Apollo Medet Serhed zehmetiyên li bara projeya ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo guhartina zilêm daniye holê wiha got, "Heke em jiyanê li ser yekîtiya cihêtiyan û bi hev re  bûna wan bibînin wê demê reha wê ya esasî jin in."

Yek ji Fermandarên Akademiya Apollo Medet Serhed li ser guherîna hişmendiya zilêm ya li bara jinê, zehmetiyên guharîna hişmendiyê û rola jinê ya di vê pêvajoya guherînê de vegot..

Bi tevgera PKK’ê re ev pir zelal derkete holê ku şoreşa jinê tenê jinê eleqedar nake. Dema ku şaristaniya civaka çînî ya pênç hezar salan tê nerîn, pir vekîrî tê xuya dike ku zilam ji jinê bêhtir hatiye têkbirin. Hûn di nav tevgera PKK’ê de têkoşîna guhartinê çawa didin?

Di serî de li hember pêşketinên ku bi pêşengtiya jinê li cîhanê çêdibin bi rêzdarî bejna xwe ditewînim û her wiha bejna xwe li hember têkoşîna ku ji Besêyan gihiştiye Delalan û niha li Efrînê mezin dibe ditewînim. Em di wê baweriyê de ne ku ev nirx yê tevahî cîhanê ye. Li ser vê bingehê 8’ê Adarê bi bîr tînim û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Bêguman li ser van mijaran di dîrokê pir kesan nirxandin kir. Me jî ji van nirxandinan nasîbê xwe girt. Dema ku di dîrokê de li ser ol dihate rawestandin, piştî wê dema zanyarî bi pozitîvîzmê hate danîn, li hember vê Serok Apo xetek nû afirand. Bêguman em hemû jî di bin bandora vê de bûn. Ev nêzîkatiya şaş li ser me hemûya bandorek mezin çêkir. Me milîtanên tevgera azadiyê di vê mijarê de me zehmetî kişand, ji ber ku wek qelib bi me re hatibû rûniştandin. Me nikarîbû xwe ji vê qirêjiyê xilas bikin. Her çiqas di axaftinan de em tevlî jî dibûn ji  hêla psîkolojîk ve û ji hundir ve nakokiyên mezin çêdibûn. Êşên guhartina zihniyeta zilam bi keda hevalên jin bi ser ket. Cih bi cih pevçûnên dijwar jî çêbûn, ji ber wê li hember vê parêznameyên Serokatî nêrînek nû ji bo ekolojî, jinê û tevahî jiyanê afirand. Ger em jiyanê li ser yekîtiya cihêtiyan û bi hev re bûna wan bibîbin wê demê têkiliya esasî jin e Ji ber ku di bin vê rastiyê de jin heye nakokî jî li vir destpê dike. Yê ku vê fêhm neke, li ser hûr nebe nikare tiştekî bide jiyanê. Jibîrkirina nakokiyên bingehîn û mijûlbûna bi nakokiyên çêkirî re gelek tiştan ji dest me dibe. Guhartinên ku di şexsê me de çêbûn û pêşketin li ser van rêgezan çêbû. Em di wê baweriyê de ne ku jin bingeha yekîtiyê ye. Ev tenê ne di axaftinê de ye. Pratîka wê îro li Kurdistanê bi pêşengtiya jinên Kurd de xuya dibe. Dema ku em li dîroka Kurdistanê jî mêze dikin ev pir zelal xuya dike. Ev pêşengtî ji destpêkê tê ku ji jinên Karduk yên ku li hember dagirkirina Persan li berxwe dan, ji Besêyan heya jinên ku li gel Şêx Seîd şer kirin û îro li tevahî Kurdistanê jinên ku li hember pergala kapîtalîst li berxwe didin. Ger jin bi axaftina xwe, bi cil û bergê xwe bi tilîliya xwe rengêk dide jiyanê wê demê ev dide nîşan ku jin reha jiyanê ye. Li ber ronahiya birdoziya rizgariya jinê îro li hember pergala kapîtalîst jin pêşengtiya zayina nû dike. Em ji vê bawer dikin. 

Weke ku we jî di nirxandinên xwe de anî ser ziman jin li ber ronahiya vê birdoziyê  ji nû ve xwe diafrînin. Bi salan her tim dîroka jinê ya koletî hat nivîsandin. Bi derketina tevgera PKK’ê re têkoşîna azadiya jin gihişt asteke mezin. Ev hesteke çawa bi we re çêdike?

Bêguman hêsan nîne û me zû jî qebûl nekir, ji ber şertên ku civaka me tê de dijî. Zehmetiyên birdozî û yên hîsî pir jiyan. Li gor pirtûkên ku me xwendibû pirsgirêka jinê  tim di rêza dûyemîn de bû. Destpêkê me pir zehmetî kişand. Niha ne wisa ye. Li gor Marks û Lenîn cihê ku pirsgirêka çînî heye li wir pirsgirêka jinê  dûyemîne. Me jî wisa jê bawer dikir, lê me di şexsê hevrêyên me yê ku di nav vê têkoşînê de şer kirin û şehîd ketin ev rastî dît. Di şer de, di birdozî û jiyanê de ev rastî bi me dan nîşandan. Em dikarin ji dil bêjin yê ku em guhartin hevalên jin bûn. Bi hewldanên mezin ev rastî bi me dan qebûl kirin. Keda hevalên jin pir çêbû. Ev pêşketinên ku di çarçova hişmendiya Serokatî de çêdibin ji bo dîrokê berhemên pir mezin in. Tenê ne ji bo Kurdistanê ji bo tevahî cîhanê derbasdar e. Jinên enternasyonel yên ku niha ji bo jinên Kurd dimeşin û ji bo Efrînê şer dikin nîşaneya vê ye. Keda wan em di her alî de guhartin û veguhartinê. Keda Heval Sara û Heval Delal pir mezin e. Heman demê keda Heval Azê û Heval Gûlnaz wek fermandarê akademiyên Apollo pir zêde û bi wate ye. Ji bo şexsê me jî kedên pir mezin dan. Bi vê vesîleyê 8ê Adarê li tevahî dayîkan û hevreyên me yê ku di çeperan de li berxwe didin û tevahî jinên cîhanê pîroz dikim.’’