Yên doza Xelfetiyê nehatin berdan

Ji 55 kesên ku li Xelfetiyê hatin destîgkirin û ji ber êşkenceya lê hatin kirin bûn rojev, di rûniştina doza derbarê 24 kesan de ku hatibû vekirin, biryara berdanê pêk nehat.

Di 18'ê Gulana 2019'an de li Gundê Derto yê Xalfetiya Rihayê leşker û polîsan avêtin ser gund û şer derketibû. Di şer de 1 jê polis û 2 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî bûyerê leşker û polîsan 55 gundî li hewşa dibistanê dirêj kiribûn û îşkence li wan kiribû. Pişte jî polîsên TEM'ê yên Rihayê li Fermandariya Jendirmeyan a Bajaroka Yaylakê li welatiyan êşkence kiribûn û ceyran dabûn wan.

Piştî bûyerê 13 kes hatibûn girtin û li 24 kesan doz hatibû vekirin. Danişîna 2'enîn a dozê îro li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê pêk hat.

Di danişîna dozê de girtî Zekî Alakuş, Celal Ercan, Cindi Zincirkiran, Celal Yildirim, Mehmet Alakuş, Fahrettin Alakuş, Mustafa Kahraman, Abdullah Çiftçi û Besravi Atmaca li gel parêzerên xwe li salonê amade bûn.

Girtiyan parastin kir û anîn ziman ku bi êşkenceyê îfade dane û xwestin bên berdan. Parêzeran jî parastin kir û xwest muwekilên wan bên berdan.

Lê heyetê daxwaza girtiyan û parêzeran red kir û doz taloqî 4'ê Kanûna 2020'an kir.