Yên dest danîne ser şaredariyan, Kurdistan kirine cihê înşaetê

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Abbas Azîzoglû êrîşên qirkirina siyasî yên dewletê û polîtîkaya desteserkirina şaredariyên DBP'yî nirxand û got, qeyûman Kurdistan kirine cihê înşeatê.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Abbas Azîzoglû li ser polîtîkayên dewletê yên desteserkirina şaredariyan û êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî DBP'ê ji ANF'ê re axivî.

Azîzoglû bi bîr xist ku dewleta Tirk piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an, maseya 'pêvajoya çareseriyê' qeliband û li dijî gelê Kurd dest bi êrîşên topyekûn ên qirkirina siyasî kir. Azîzoglû diyar kir ku weke DBP wan jî para xwe ji van êrîşan girt û tevî hevserokên wan Sebahat Tûncel û Mehmet Arslan bi hezaran endam û rêveberên wan hatin girtin.

Azîzoglû da xuyakirin ku niha zêdeyî 10 hezar endam û rêveberên partiya wan girtî ne û got, "Ev hejmar tenê yên hevalên me yên girtî ne. Ji bilî vê yekê gelek hevlên me hene ku hatin destgîrkirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Bi şertê kontrola edlî welê li hevalên me kirin ku nema karibin siyasetê bikin."

94 ŞAREDARÎ HATIN DESTESERKIRIN

Abbas Azîzoglû da xuyakirin ku piştî qaşo darbeya 15'ê Tîrmehê li Kurdistanê bi şêweyê rêveberiya tund Rewşa Awarte hate ragihandin û ji 102 şaredariyên ku wan di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de bi serketineke mezin bi dest xistin, 94 jê hatin desteserkirin. Azîzoglû got, piraniya hevşaredarên van şaredariyên wan hatin destgîrkirin û girtin.

Azîzoglû bi dewamî got, "Bi dehan endamên meclîsa şaredariyan, hevserok û endamên meclîsa giştî ya bajaran hatin destgîrkirin. Lewma derxistina bîlançoya giştî zehmet e. Niha 53 hevşaredarên me girtî ne. Li 10 ji wan cezayê girtîgehê hatiye birîn. Tevî vê yekê dosya darizandinê ya 110 hevşaredarên me yên hatibûn girtin û piştre hatin berdan, hîn dewam dike. Ev darizandin jî bi xemsarî tê kirin. Ji ber ku delîlek nîne."

'PROJEYÊN ME DIZÎN

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Abbas Azîzoglû destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê xwest îradeya gel desteser bike û wiha dewam kir: "Şaredariyên me ku di hilbijartinê de nekarîn bi dest bixin, bi darbeya Rewşa Awarte re desteser kirin. Hiqûqa xwe ya navxweyî jî binpê kirin. Yekane karê ku niha dikin ew e ku bajarên me veguherandine qada înşaetê û bi vî rengî hewl didin nîşan bidin ku qaşo kar dikin. Ji bilî vê yekê pankartan vedikin û xwe weke 'şaredar' bi nav dikin. Tiştên ku di ber wan de mane, hewl didin bi desteserkirinê pêk bînin.

Kîjan şaredarî dibe bila bibe, dema dest bi kar dike destpêkê planeke stratejîk a ji bo 5 salan amade dike. Qeyûm piştî ku hatin gotin, 'me ev proje ya jî ew proje bi cih anî' û bi vî rengî agahiyên şaş belav kirin. Projeyên me mîna yên xwe nîşan dan, dizîn. Tiştekî ku qeyûman li bajarên me kirine nîne. Zîft rijandine û kevir danîne qiraxa rê. Yên heyî xera dikin û ji nû ve çêdikin. Mîna ku kar dikin xwe nîşan didin."

'ŞAREDARÎ AVAHIYEK E'

Azîzoglû bi bîr xist ku wan timî digotin, şaredariyên wan şaredariyên gel in û li ser bingeha xizmeta ji gel re kar dikin û got, "Lê belê em dibînin ku hemû şaredariyên me niha kirine qereqol."

Azîzoglû destnîşan kir, ji bo wan ne girîng e ku avahiyek hebe yan nebe û got, "Şaredarî avahiyek e. Halbûkî me ji roja destpêkê ve, piştî şaredariyên me hatin desteserkirin jî hemû hevşaredar û encûmenên me li nava gel karê xwe dewam kirin. Hewl dan ku bi gel re siyasetê biafirînin. Rêveberiya herêmî ji xwe ev e."

DAXWAZA GELÊ ME PÊKHATINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Abbas Azîzoglû işaret bi bendewariyên gel kir û got, "Gel ji me dixwaze ku em yekîtiya neteweyî pêk bînin. Bi taybetî rewşa konjonktura siyasî ya piştî hilbijartinên dawî derkete holê, nîşan da ku bendewariya gel ji desthilatdariyê nîne. Ya rast, siyaset çiqasî bi gel re were kirin ewqasî siyaset e. Hebûna li meclîsê girîng e, ew jî amûreke têkoşînê ye. Lê belê gelê me dixwaze hevalên me yên hatine hilbijartin di nava gel de bi gel re siyasetê bikin."