Yên dengê xwe dane AKP'ê jî êdî dest jê berdidin

Parlamentera Êlihê Başaran diyar kir ku tifaqa Erdogan a ku li ser dijminatiya li Kurdan ava kiriye, heqaretê li rûmeta gelê Kurd dike û got, "Yên deng nedane HDP'ê jî nikarin vê qebûl bikin û dibêjin ku wê deng bidin HDP'ê."

Alîkara Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê wê rê li ber encamên balkêş veke û got, ev yek ji bo Êlihê jî derbas dibe. Başaran got, tevî ku hemû saziyên dewletê ji bo AKP'ê dixebitin, zextên giran tên kirin û di nava şert û mercên Rewşa Awarte de dixebitin jî, ew bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.

Ayşe Acar Başaran diyar kir, AKP li ber tinebûnê ye û ji bo xwe rizgar bike hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle. Başaran got, "Erdogan bi rengekî vekirî fermanê dide ku HDP di binê bendê de bê hiştin. Eger HDP ji bendê derbas bibe, hejmara wekîlên ku ew bi dest bixin herî zêde 276 e. Lewma hêza me heye ku em serweriya li meclîsê biguherînin. Ji vir jî tê fêhmkirin ku hemû dek û dolab li dijî HDP'ê tên gerandin. Medyayê ambargo daniye. Zext û zilmeke mezin li me tê kirin, lê hêza ku rewşa meclîsê diyar bike di destê HDP'ê de ye. Haya her kesî ji vê heye."

EM BI BAWERIYA GELÊ XWE LI SER PIYAN E

Ayşe Acar Başaran da xuyakirin ku zîhniyeta qeyûmtiyê niha jî hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle, xwe bi vê wesîleyê rizgar bike û wiha dewam kir: "Hemû çalakiyên me îllegal nîşan didin û êrîşî me dikin. Desthilatdariya AKP'ê di pratîkê de partiya me girtî ye, lê belê em bi îradeya gelê xwe li ser piyan e. Bi saya baweriya gelê xwe em li ser piyan e, naxwe ti partî nikare xwe li êrîşên wiha rabigire. Desthilatdarî li şûna ku ji bo hilbijartinê bixebite, ji bo me li binê bendê bihêle dixebite."

GEL KARÊ HILBIJARTINÊ DIKE

Başaran anî ziman ku li gel zor û zehmetiya vê pêvajoyê, eleqe û coş jî gelekî zêde ye û got, "Gelê me bi xwe, li taxa xwe, li cem cîranên xwe, li dikanê, li medya civakî karekî xurt ê hilbijartinê dike. Di dilê gel de birînên Cizîr, Sûr û yên mîna wan hîn teze û kûr e. Ji bo rizgariya ji vê zilmê dua dike. Wêneyên Demîrtaş li mala xwe dadiliqîne."

BANDORA TIFAQA DIJMINATIYA LI KURDAN A BI MHP'Ê RE

Başaran destnîşan kir ku helwesta Erdogan a li dijî Kurdan a li parçeyên din jî, mesela ya li ser Kerkûkê û Efrînê gelekî bi zora Kurdan diçe û got, "Tifaqa AKP-MHP'ê tifaqa dij bi Kurd e. AKP bi partiyeke ku Kurdan qebûl nake û dibêje 'Kurd nîne' tifaq kiriye. Û bi vê tifaqa xwe ya bi MHP'ê re radibe dengan ji Kurdan dixwaze. Kurdên ku beriya niha deng nedane HDP'ê jî vê yekê qebûl nake. Dibêjin, 'Wijdanê me vê qebûl nake û vê carê em ê dengê xwe bidin HDP'ê."