BI DÎMEN

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û FEDA'yê bang kirin

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û FEDA'yê ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê, ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

MEŞA 16'Ê MIJDARÊ

Nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û rêveberên FEDA'yê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga tevlîbûna li meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê kirin.

Rêveberê FEDA'yê Azîz Tûnç: Li welatê me faşîzmeke tarî û giran tê ferzkirin. Çeteya AKP-MHP'ê qîma xwe bi vê yekê nîne û dema dawiyê bi derew û fenan hewl dide pêvajoyê li gorî xwe bimeşîne. Li hemberî vê yekê gelên me bi xurtî li ber xwe didin. Ji bo piştgiriya bi berxwedana gelên me, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî, ji bo têkbirina êrîşên kuştin û asîmîlasyonê yên li ser Elewiyan di 16'ê Mijdarê de em li Kolnê li hev kom bibin. Em jê bawer bin ku ev kombûna me wê teqez tevkariyê li serketinê bike.

Pîr Mahîr Şahîn: Birêz Abdullah Ocalan ku hêviay mirovên pêşverû û gelên bindest e, 26 sal in tecrîdkirî ye û li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Ji bo azadiya Birêz Ocalan di 16'ê Mijdarê roja Şemiyê de em li Kolnê tevlî meşa mezin bibin. Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurdistanê û azadiya gelên Rojhilata Navîn. Ji ber ku Birêz Abdullah Ocalan weke ramangerê mezin û fîlozofê sedsala 21'ê nûnertiyê ji mirovahiya pêşverû ya cîhanê re dike. Lewma azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya mirovên pêşverû ye. Ji ber vê yekê em dibêjin, em dest bidin hev, di meşa mezin a li Kolnê de bicivin û dengê xwe bigihînin cîhanê.

Nûnerê Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst Tûncay Yilmaz: Em bang li gelên xwe dikin ku 16'ê Mijdarê li Kolnê bin. Di meş û mîtînga 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wê ref careke din diyar bibe. Refê berjewendîparêz û refê aştîxwaz, azadîxwazan wê diyar bibe. Yên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan mafê hêviyê, mafê hêviya aştiyê ya gel dixwazin û yên ku dijminatiya gelan dixwazin wê refên wan diyar bibe. Di 16'ê Mijdarê de li Kolnê hûn jî tevlî nava refên aştî û azadîxwazan bibin. Em deng û hêza xwe bikin yek; rêya aştiyê ya welatê me û herêma me vekin.

Hevserokê AVEG-KON'ê Mesût Dûman: Di 16'ê Mijdarê de li hemberî tecrîd, êrîşên îmhayê, şer û polîtîkayên qeyûm em li bendê ne ku hûn jî li Kolnê bin.

Hevserokê ATÎK'ê Suleyman Gurcan: Di 16'ê Mijdarê de li Kolnê wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşek bê lidarxistin. Ji bo parastina azadiya girtiyên siyasî, ji bo berdana girtiyên nexwweş û betalkirina hucreyan ev meş girîng e. Di heman demê de ji bo şermezarkirina qeyûmên ku dewleta Tirk a faşîst tayîn kiriye ev meş gelekî girîng e. Li aliyê din ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê û Fîlîstînê, weke ATÎK'ê em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê meşê û tevlî bibin.

Nûnerê Xeta Sor Necatî Guler: Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in li Girava Îmraliyê bi rengekî tecrîdkirî dîl tê girtin. Weke Xeta Sor ji bo meş û mîtînga 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, bes e ji tecrîdê re' ya li Kolnê em bang li dostên xwe, mirovên pêşverû, demokrat û dijberên êşkenceya tecrîdê dikin ku piştgiriyê bidin.

Bi navê cîhaneke bê jiyîn Çîgdem Alinterî: Bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, azadî ji gelê Kurd re, azadî ji girtiyên siyasî re' bi sed hezaran kesî em ê li qadan bin. Alîgirên sosyalîzm, şoreş û azadiyê wê bi ruhê enternasyonalîst di 16'ê Mijdarê de li Kolnê bin.

Nûnerê ADDKÎ Huseyîn Ateş: Di 16'ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em li Kolnê li hev kom dibin. Em bang li gelên xwe yên welatparêz, sosyalîst û demokrat dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin. Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelekî ye. Divê neyê jibîrkirin ku ne tenê azadiya mirovekî ye, di heman demê de şikandina tecrîdê ye. Her wiha wê pêşîgirtina li bazarên qirêj û rawestandina kapîtalîzm û emperyalîzmê be. Lewma em bang li gelan hemûyan dikin ji bo azadiya Abdullah Ocalan û gelê Kurd bibin aliyek.