Di çalakiya nobetê ya li Strasbourgê de banga tevlîbûna meşa Kolnê hate kirin
Di hefteya 647’an a çalakiya nobetê ya ku beriya 13 salan ji bo azadiya Rêber Apo hate destpêkirin de, endamên TCŞ’ê yên ji Swîsreyê hatin nobet dewr girtin
Di hefteya 647’an a çalakiya nobetê ya ku beriya 13 salan ji bo azadiya Rêber Apo hate destpêkirin de, endamên TCŞ’ê yên ji Swîsreyê hatin nobet dewr girtin
Bi daxwaza ‘Azadî ji Rêber Apo re’ beriya 13 salan li bajarê Strasbourg ê Fransayê, çalakiya nobetê hate destpêkirin. Ev çalakî dewam dike. Aktîvîstên TCŞ’ê yên ji Swîsreyê hatin, di hefteya 647’an a çalakiyê de nobet dewr girtin.
‘EM HER KESÊ VEDIXWÎNIN MEŞA 16’Ê MIJDARÊ’
Hakî Amanos, Zekî Aslan û Ciwan Kaya wê çalakiya nobetê bidomînin. Li ser navê komê Hakî Amanos axivî û bang li saziyên navneteweyî kir. Amanos diyar kir ku weke TCŞ Swîsre wan çalakî dewr girtine û anî ziman ku ew azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Amanos bang li saziyên parêzvanên mafên mirovan kir û got, ev sazî dengê Kurdan nabihîzin. Amanos bal kişand ser gotina Rêber Apo ya ‘me bi ciwantî despê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ û ji bo Meş û Mîtînga Mezin a ku wê 16’ê Mijdarê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê kir.