Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo careke din serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo careke din serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêber Apo ji bo karibin biçîn Îmraliyê careke din serlêdana hevdîtinê kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Sûzan Akîpa serlêdana hevdîtinê kirin.
Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û li gel Ocalan xwestin hevdîtinê bi girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re jî hevdîtinê bikin.