BI DÎMEN

Li Frankfûrtê ji bo meşa 16’ê Mijdarê ya Kolnê stand hate danîn

Ji bo balkişandina ser tecrîda li hemberî Rêber Apo û banga tevlîbûnê yê meşa 16’ê Mijdarê ya Kolnê, li Haupwache stand hate danîn.

STANDA AGAHDARKIRINÊ

Li bajarê Koln ê Elmanyayê wê 16’ê Mijdarê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de, meş bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo meşê bi lez dewam dikin. Li bajarê Frankfûrtê hem ji bo bangkirina meşê hem jî bal kişandina ser tecrîda li hemberî Rêber Apo, stand hate danîn. Di saet 11.00’an de li Frankfûrt Haupwache stand hate danîn û wê heta saet 16.00’an dewam bike. Di standê de belavokên ji bo banga mîtînga 16’ê Mijdarê ya Kolnê û yên têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo, tên belavkirin.