'Yekîtî wê metirsiyê ji holê rake'

Nûner û hevserokên partiyên Kurdan nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan û diyar kirin, ku gelên Kurdistanê tên qikirin û gotin, yekîtî pêk were wêê talûke beralî bibe.

Nûner û hevserokên partiyên Kurdan, êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANF’ê re nirxandin û banga yekitiyê kirin.

‘XWEDÎ LI XELKÊ ROJAVA DERKEVIN’

Endamê navendî yê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Hanefî Turan da zanîn ku bi mehan e dewleta Tirk gefên êrîşê li Rojavayê Kurdistanê dixwe û wiha axivî: “Êrîşa li ser Rojava planekî kûr ya dewleta Tirkiyeyê. Tirkiye bi êrîşên xwe dixwaze heta sînorên Başûrê Kurdistanê dagir bike. Berî heftiyeykê bi destûra hêzên navdewletî, Tirkiyeyê êrîşî Rojava kir. Hêzên navdewletî hevkarên van êrîşan e. Li gel êrîşên li ser xaka Rojava bi sedan welatiyên me yên sivîl hatin qetilkirin. Em vê komkujiya li dijî xelkê me yê sivîl weke PAK’ê bi tundî şermezar dikin û em vê êrîşa li ser xelkê Kurd qebûl nakin. Ez bang li hêzên navdewletî dikim ku bila zextan li Tirkiyeyê bikin û vê êrîşa li dijî xelkê me yê sivîl bide rawestandin. Bi şer tu pirsgirêk çareser nebûye û çareser nabe. Pirsgirêka çar parçeyên Kurdistanê jî bi şer çareser nabe. Dewleta Tirkiyeyê li Bakur 40 sal e di nava şer de ye û bi şer tuştek çareser nekiriye. Ez bang dewletê dikim ku mafên Kurdan yên rewa bidin û ev pirsgirêk bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Her wiha ez bang li hemû partiyên Rojava, Başûr, Bakur û Rohilat dikim fikir û ramanên xwe yên siyasî bidin aliyekê û li dijî êrîşên li ser Rojava bibin yek û bi yek dengê li dijî êrîşan rawestin. Li ser bingeha neteweyî û demokratîk werin em li ba hev bicivin, nexşe rêyekê ji bo xwe Kurdan tayîn bikin. Divê li çar parçeyên Kurdistanê Kurd xwedî li birayên me yên Rojava derkevin û li dijî êrîşan bibin yek.”  

‘LI DIJÎ ŞER DERKEVIN KOLANAN’

Hevserokê HDP’ê yê Yenîşehrê Sadrettîn Kaya anî ziman ku dema şer diqewime di serî de jin û zarok dimirin. Kaya destnîşan kir ku di tevahiya şeran de zarok tên qetilkirin û wiha axivî: “Ji bo ku zarokên Kurd nemirin divê pêşî em yekîtiya xwe ava bikin. Divê ji aliyê partî û hêzên Başûr ve baş bê zanîn. Barzanî bi wan re digeriya, dema got em ê Kurdistaneke serbixwe dixwazin, Erdogan helwesta xwe aşkera kir û me dît ku li hemberî Başûr nêzîkatiyeke çawa nîşan dan. Wekî ku Seydayê Cegerxwîn dibêje, ku em nebin yek em ê herin yek bi yek. Ger li Rojavayê, Kurd têk biçin, divê em baş bizanin ku li vir jî li Başûr û Rojhelatî jî dê heman tişt biqewimin. Ji bo ku em pêşiya vê rewşê bigrin divê em bibin yek û em derkevin qadan, bên cem hev û li hemberî şer û qirkirinê bisekinin. Divê em hemû derkevin qadan û li hemberî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Li her derê divê Kurd û dostên Kurdan derkevin kolanan. Ev kar ne tenê karê HDP’ê ye, divê her kes li dijî vê zilmê berpirsiyariya xwe bizane û derkeve kolanan.”

‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN ROJ ROJA YEKITIYÊ YE’

Endamê Hereketa Azadî Abdullah Bozkuş jî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê bi erîşa li ser Rojavayê Kurdistanê dixwaza demografiya xaka pîroz biguherîne û ev tişt got: “Demek dirêje dewleta Tirkiyeyê gefan li Rojavayê Kurdisanê dixwe û heftiyeke bi hemû hêza xwe êrîşî xaka Rojavayê Kurdistanê dike. Ev şerê pêk tê ne li dijî YPG-YPJ’ê ye, ev êrîş li ser gelên Kurdistanê ye. Piştî ku dewleta Tirkiyeyê xaka Rojavayê Kurdisanê dagir bike, plan dike ku êrîşî Başûrê Kurdistanê bike. Ji bo vê yekê divê li çar parçeyên Kurdistanê û cihên ku Kurd lê dijîn li dijî vê êrîşê derbikevin. Divê li hemberî êrîşan rêxistin û partiyên Kurdan yektiya xwe ava bikin û ji bo gefên li ser xaka me em li dora hev bibin yek. Divê her partiyên Kurd, mirovên aştîxwaz û demokratîk li dijî êrîşa Tirkiyeyê derkevin. Li dijî êrîşa roj roja yekitî û tifaqê ye. Li dijî gelên Kurdistanê şerek hatiye îlankirin, hêzên dagirker dixwazin li Rojavayê Kurdistanê demokrafiyê bidin guheradin. Çawan ku di demah Hafîz Esad de,  plana  ‘Kembera Erebî’ hebû û niha jî ev şer berdewama vê planê ye. Kurdên Rojava tu carê li hemberî vegera penaberên Suriyeyê nînin, bila vegerin. Lê belê kî ji kijan xakê ye bila biçe li ser axa xwe. Bila neyên lîstokan û li bajarên Kurdan de bi cih nebin. Tirkiye dixwaze bi van koçberan nîştecihên Kurdistanê biguherîn e. Ji bo ku ev plan pêk bê, li dijî gelê me şerekî kûr û qirêj pêk tê. Divê li dijî vî şerî hemû sazî, partî û rêxistinên Kurdan derkevin û li dijî êrîşan yekitiya xwe ava bikin.”