Yekîneyên Tolhildanê li Amedê sê çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li Amedê sê çalakiyên cuda li dijî nokeran pêk anî.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz ragihand ku di 2-3'ê Sibatê de li Amedê çalakî kiriye û daxuyaniyek li ser mijarê weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li her qadê em ê hesab ji hevkarên AKP-MHP'ê bipirsin ku êrişên faşîst dibin ser gelê me. Li dijî nokerên li TEDAŞ'ê ku bi fatûreyên zêde yên elektrîkê hewl didin gelê me bi rengê aborî terbiye bikin û saziyên AKP a faşîst ên li ser bingeha 'elektrîka qaçax' zilmê gelê me dike, wê çalakiyên me dewam bikin."

ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Bi bombeyên ku bi destan hatin çêkirin di 2'ê Sibatê de li herêma Şehîtlîk a Amed-Baglarê li dijî avahiya saziya elektrîkê TEDAŞ'ê çalakî hate kirin. Xisar li camên avahiyê û kulûbeya nobedê bû. Ev çalakî ji bo hişyarkirinê hate kirin.

Di 3'ê Sibatê de li kolana Dînk a taxa Melîkahmet Ziyagokalp a navçeya Sûrê, li dijî Mazlûm Olmez û yên pê re ku madeyên narkotîkê difirotin çalakiya bi teqemeniyê hate kirin û hate hişyarkirin. Eger ev kesên navborî dest ji jehrkirina ciwanên Kurd bernedin wê gava din cuda be.

Di 3'ê Sibatê de li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî firoşgeha A101 ku hevkariyê bi dijmin re dike, ji bo hişyarkirinê çalakî hate kirin û hate şewitandin."