Yekîneyên Tolhildanê li Amedê çalakî li dar xistin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed/Şehîd Sakîne Cansiz/Şehîd Baran Dersim li Amedê di 10'ê Hezîranê de sê çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "Di 10'ê Hezîranê de Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li cihekî nêzî deriyê balafirgeha leşkerî ya li navçeya Rezan a Amedê, xefika teqemeniyê li dora wesayiteke sivîl hate danîn, li dijî wesayita polîsan a ku dor li herêmê girt bi teqemeniyê çalakî hate lidarxistin."

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim jî diyar kir, "Bi fîşekên hewayî û teqemeniyê li dijî polîsên li qereqola li pêşberî Şaredariya Peyasê çalakiyek hate kirin."

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz jî ragihand, "Derdora klûbeya nobedê ya li qada leşkerî ya li Baskê 7'an a Şîlbe ya Yenîşehîrê hate şewitandin."

Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin, "Ev çalakiyên me ji bo bîranîna endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn hatine lidarxistin."