Yekîneyên Tolhildanê li Amedê çalakî li dar xist

Yekîneyên Tolhildanê ji bo Sêvê Demîr û hevalên wê li Amedê çalakî li dar xist.

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehît Sakîne Cansiz û Şehîd Baran Dêrsim li dijî polîsên taybet ên Tirk çalakî li dar xist.

Yekîneyên Tolhildanê daxuyaniyek nivîskî weşand û Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Ûyar bibîranîn yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn qetilkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Hevalên Sêvê, Pakîze û Fatma bi pêşengiya dîrokî ya jinê de nûnerên roja me ne û her sê hevrêyên me heta dawî li ser bingehê geşkirina berxwedanê ya li dijî komploya navnetewî û bi baweriya serketinê bi azadî şehîd bûn.”

3 POLÎS BIRÎNDAR BÛN

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiya ji bo bîranîna her sê jinan agahî hate dayîn û ev tişt hate gotin;

“Li dijî polîsên tevgera taybet ku li Dibistana Kazim Karabekir ya li ser Cadeya Goçmenler ya Baglar a Amedê bi cih bûbûn, bi bombeya destan çalakiyek hate kirin. Di encama çalakiyê de 3 polîs birîndar bûn, polîsên dagirker bêserûber derdor gulebaran kirin û gelek ambûlans hatin cihê bûyerê. Herêm hate dorpêçkirin. Yekîneyên me bi silametî vekişiyan.”