Yekîneyên Tolhildanê li Amedê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd Zîn Amara hin çalakî kirin.

Di daxuyaniya têkildarî çalakiyan de hate ragihandin ku Yekîneyên Tohildanê yên Şehîd Elîşêr Konya, Şehîd Zîn Amara û Şehîdên Mexmûrê li Amedê li dijî polîsên Tirk hin çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di êvara 1'ê Nîsanê saet 21:00 de li taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîr a Amedê li dijî polîsên Tirk ên li dewriyeyê digeriyan 3 caran bi teqemeniyan çalakî hate kirin û derba giran li wan hate xistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku polîsên Tirk piştî çalakiyan bi tirs û panîkê ji qada çalakiyê reviyan û yekîneyên wan ên tolhildanê jî bi rengekî serketî ji qadê çûn.

Her wiha hate gotin ku di 14'ê Nîsanê de saet 20:00 li kolana Melîk Ahmet a navçeya Sûrê ya Amedê li dijî marketa A101, Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Mexmûrê bi teqemeniyan çalakî kiriye.

Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de welê li marketê hat ku nema karibe bê bikaranîn. Hate gotin, "Heman piştî çalakiyê yek3ıneya me bi rengekî serketî gihîşt qadên xwe."