Yekîneyên Tolhildanê li Amed û Wanê çalakî lidarxistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed û Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dêrsim li Amed û Wanê hin rêzeçalakî li dar xistin.

Li ser navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û hate diyarkirin ku di 30’ê Mijdarê de li nêzî Rîhan Parka li Rêya Sento ya Amedê teqemenîyên bi destan avêtine polîsan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hin polîs birîndar bûne lê hejmara wan nehatiye zelalkirin.

Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku li Taxa Ziya Gokalp a Amedê  wan bombeyeke destan avêtine maleke ku fihûş lê dihat kirin û tiryak dihat firotin. Yekîneyan diyar kirin ku kesên bi navê O.Ç., M.Ç., û Î. Yên ku tiryakê difiroşin, hatine hişyarkirin.

Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku li Sûr û Amedê sîxur hatine tespîtkirin û heke ew têkiliya xwe ya bi dijmin re nebirin wê werin cezakirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dêrsim jî diyar kir ku wan li Wanê li dijî polîsên Tirk çalakiyên hemwext li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Li Beşyolê me teqemenîyeke destan avêtiye polîsan, gelek leşkerên dijmin birîndar bûne lê hejmara wan nehatiye zelalkirin. Li taxên Îpekyolû, Sixkê û Akkopru hêzên me teqemeniyên bi destan avêtine wesayîtên dijmin û xisareke maddî li wesayîtê çêbûye. Hêzên me teqemeniya bi destan avêtiye Alaya Leşkerî ya Îpekyolû.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê çalakiyên xwe zêdetir bikin.