Yekîneyên Tolhildanê li Amed û Stenbolê çalakî kirin

Koma bi navê "Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî" ragihand ku wan di 24'ê Çileyê de li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî qereqola polîsan çalakî kirine. Li Stenbolê jî li dijî navendeke bazirganiyê ya bi artêşa Tirk re dixebite çalakiyek pêk anîn.

Bi navê komê daxuyaniyek hate weşandin. Daxuyanî wiha ye:

"Endamên me yên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî di 24'ê Çileyê de li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî qereqolan polîsan a Melîkahmet Sûrîçî çalakiyek kirin. Endamên me yên Yekîneya Tolhildanê 6 bombeyên bi destan hatin amadekirin avêtin nava qereqola polîsan û hewşa wê. Di vê çalakiyê de ku ji bo bîranîna şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya Sûrê hate kirin, xisar li avahiya qereqolê ya polîsan û kulûbeyên polîsan bû. Hejmara polîsên mirin û birîndar bûn zelal nebû.

24'ê Çileyê endamên me yên yekîneyê li rêya TEM'ê ya Stenbol Esenyûrt Haramîdereyê, qemyoneke Odeya Bazirganiya Deryayê ÎMEAK'ê îmha kirin. Odeya Bazirganiya Deryayê ÎMEAK, amûreke şerê qirêj û diz e ku karê veguhêziya deryayî ya artêşa Tirk a dagirker dike. Li dijî navendên bazirganiyê û aboriyê yên ku piştgiriyê didin şer ê li dijî gelê Kurdistanê wê çalakiyên me dewam bikin.

Me ala berxwedanê ji Çiyageran, Zeryayan, Mehmet Tûnçan, Îslam Geveran wergirtin. Em neferên tolhildanê yên Sorxwînan, Xemgînan in. Li her deverê û di her kêliyê de em ê li dagirkeran bidin û heta sîstema qirker parçe parçe bikin tola xwe hilînin."