Yekîneyên Tolhildanê li 5 bajaran çalakî li dar xistin

Yekîneyên Tolhildanê li hemberî faşîstên AKP û MHP’ê li 5 bajaran çalakî li dar xistin û pêngava KCK’ê silav kirin.

Yekîneyên Tolhildanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û di daxuyaniyê de gotin ku “Heta ku pêngava ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, azadiyê pêk bîne’ ya ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd faşîzm têk bibe, em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin û em ê bibin fedaiyê gelê xwe.”

LI 5 BAJARAN DERB LI FAŞÎSTAN HATE XISTIN

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wan li 5 bajaran çalakî li dar xistine. Derbarê çalakiyan ev agahî hatin dayin:

“Di 17’ê îlonê de li Sîlîvriya Stenbolê ji aliyê yekîneyên tolhildanê yên Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan ve fîrmayeke nakliyeyê ya bi dijmin re dixebite û 2 TIR’ên li pêşiya wê hate şewitandin.

Di 17’ê Îlonê de li Ataşehîra Stenbolê depoya xurdeyan a ku bi polîsên dijmin re dixebite, hate îmhakirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dêrsim li Êlihê di 16’ê Îlonê de li Aydinlikevlerê du wesayîtên nokeran şewitand.

Di 17’ê Îlonê de li Taxa Baglarê ya Êlihê kamyoneta îdareya elektrîkê hate şewitandin.

Di 17’ê Îlonê de li Taxa Bayindir a Êlihê kesekî ku fihûş dikir û tiryak difirot hate cezakirin.

Di 17’ê Îlonê de li Karşiyakaya Rêya Hevrîşm a Wanê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sema Koçer firoşkarên tiryakê ceza kir.

Di 18’ê Îlonê de li Edremîta Wanê îstasyona bazê ya şîrketên GSM’ê hate şewitandin.

Di 18’ê Îlonê de seferên îstasyona trênê ya Tûşbaya Wanê bi sabotajê hate sekinandin.

Di 16’ê Îlonê de li Bedlîsê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Seyîd Xerzan wesayîteke Doblo ya cerdevanan şewitand.

Di 17’ê Îlonê de Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûda Karker li Taxa Fevzî Çakmak a Agiriyê marketeke nokeran şewitand.”