Yekîneyên Tolhildanê hevkar şiyar kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim kesên hevkariya AKP/MHP’ê dikin şiyar kir û got: “Yên ku hevkariyê bidomînin wê bên cezakirin.”

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bager Dersim bi daxuyaniyekê li ser çalakiyên li Wanê agahî par ve kir.

LI RÊYA ERMÛŞ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “12’ê Kanûnê li Yenî Mahalle ya navçeya Rêya Ermûş a Wanê wesayîta Mûrat Aladag ê hevkar ji aliyê yekîneya me ve hatiye şewitandin.

Ev kes berê jî hatibû hişyarkirin lê hevkariya xwe domandiye. Ev çalakî ji bo kesên ku li ser nirxên me dixwazin xwe bidin jiyîn, xiyanetê li van nirxan bike, rastiya Kurdistan û têkoşîna wê ya bi rûmet tine bihesibîne, li ber çav negire hişyariyeke. Eger ku vê jî li ber çav negire wê cezayê pêwîst bigire.”

 ‘DEMEK BERIYA DEMEKÊ JI VÊ VEGERIN’

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Kesên ku gelê Kurdistanê û têkoşîna wê ya bi rûmet  bikar tîne û li ser wê dixwaze xwe bide jiyîn, hevkariya dijmin bike, bila bizanin ku wê bê hesab nemînin. Zû yan direng wê ev kes li gorî kiryarên kirî bê cezakirin. Ev kesên ketine vê rewşê bê ku bibe direng, bila ji vê xiyanetê vegerin, ji rêxistinê lêborîn bixwazin û cih li gel t êkoşîna bi rûmet bigirin.

Em Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim, wê kesên xizmeta faşîzmê dikin tesbît bikin û beriya demekê ceza bikin.

Sîxûrên ku li Taxên Yenî Mahalle, Sihke, Gondogdu, Şafak, Karşiyaka, Akkoprû, Selîmbey, Şabaniye, Xaçort, Îskele, Emînpaşa hatine tesbît kirin wê demek beriya demekê bên cezakirin.”