Yekîneyên Tolhildanê çalakî û bang kirin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zeryan Denîz agirê Newrozê dadan û li dijî cihên faşîstan çalakî kirin. Yekîneyan bi gotina "Dewleta Tirk dixwaze bi vîrûsê bide kuştin" û bang li ciwanan kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zeryan Denîz daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên xwe yên rojên dawî agahî parve kir. Her wiha bang li ciwanan kirin.

ÇALAKÎ

Daxuyanî wiha ye:

"Endamên me yên Yekîneyên Şehîd Zeryan Denîz roja 21'ê Adarê li Başakşehîr a Stenbolê, 24'ê Adarê li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê û 22'ê Adarê jî li Bagcilar a Stenbolê agirê Newrozê dadan. Ji ber êrişa polîsên Tirk ên dagirker li hin cihan şer derket.

Roja 26'ê Adarê li Yenî Bosna ya Stenbolê, li hemberî febrîqeyeke tekstîlê ya faşîstan, endamên me çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de welê li febrîqeyê hat ku nikaribe bê bikaranîn.

'DEWLETA TIRK DIXWAZE BI VÎRÛSÊ BIDE KUŞTIN'

Dewleta Tirk ku kujerê Kurdan e, ji bo qirkirina gelê Kurd bi her rêbazên îmhaya çandî û fîzîkî êrişî gelê me dike. Ji bo tunekirina gelê Kurd doh êrişî bajarên Bakurê Kurdistanê, bajarên Efrînê û Serêkaniyê kiribû, îro jî bi heman rengî hewl dide bi vîrûsa kujer (Covîd-19) gelê Kurd bikuje. Hewl dide vê vîrûsa ku modernîteya kapîtalîst kiriye belayê mirovahiyê li Bakurê Kurdistanê û zindanan weke çekeke biyolojîk bi kar bîne, gelê me ji mafê tenduristiyê bêpar bihêle û bi êrişa biyolojîk tuen bike. Her wiha bi sûdwergirtina ji vê rewşa krîzê bi operasyonên leşkerî bênavber êriş dike.

Qeyûmên li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine tayînkirin, hem aboriya gelê me didizin, hem jî mafên nexweşxane û tenduristiyê yên gelê me desteser dikin û ji bo vîrûsa Covîd-19 weke çekek biyolojîk bi kar bîne şaredarî desteser kiriine. Bi navê Yekîneyên Tolhildanê ku refleksa xweparastina gelê Kurd e, em ê li dijî êrişên biyolojîk ên qirêj ên dewleta Tirk çalakiyên xwe yên tolhildanê pêk bînin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz dikin ku li dijî êrişên biyolojîk ên dewleta Tirk hîn hişyar be û bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî vê metirsiyê xwe çalak bikin."