Yekîneyên Tolhildanê bi çalakiyan şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn

Yekîneyên Tolhildanê di şexsê Hakî Karer de ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên yekîneyê ev agahî hatin parvekirin:

"14'ê Gulanê şev saet 21:00 li taxa Korhat a navçeya Baglarê ya Amedê li dijî POH 'ên AKP-MHP'ê yên faşîst dagirker ên li Dibistana Navîn a Huseyîn Ûlûg bi cih bûbûn, yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Hêlîn Mûrat bi bombeyan çalakî kir.

Derbeke mezin li polîsên dagirker hate xistin û bi qasî ku ji aliyê yekîneya me ve hate tespîtkirin POH'ekî dagirker birîndar bû. Faşîstan di dema çalakiyê de ji tirsa û fikaran li derdorê reşandin.

Piştî çalakiyê dijmin dor li herêmê girt, lê yekîneya me bi rengekî serketî ji herêmê çû.

19'ê Gulanê saet di 20:00 de li taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûrê ya Amedê, yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Rizgar Dêrxurt li dijî firoşkarên narkotîkê çalakiyeke bi teqemeniyan pêk anî.

Di çalakiyê de xisareke madî û manewî li firoşkarên narkotîkê bû, cam û deriyên mala wan şikestin. Polîsên dagirker heman piştî çalakiyê dor li taxê girtin û li pêşiya mala firoşkarên narkotîkê kom bûn. Tevî dorpêçiyê jî yekîneya me bi rengekî serketî ji herêmê dûr ket."

Yekîneyên Tolhildanê ragihand ku di şexsê Hakî Karer de çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşê li dijî çeteyên AKP-MHP'ê hatiye kirin.